Kongreya Star civîna amadekariya kongreya xwe ya 8’an li dar xist

Kongreya star piştî bidawîkirina rêzecivinên li kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nîqaşkirina bendên rêziknameyê, amadekariya lidarxistina kongreya 8’an dike.

Kongreya Star civîna amadekariya kongreya xwe ya 8’an li dar xist
Kongreya Star civîna amadekariya kongreya xwe ya 8’an li dar xist
Kongreya Star civîna amadekariya kongreya xwe ya 8’an li dar xist
Kongreya Star civîna amadekariya kongreya xwe ya 8’an li dar xist
8 hezîran, 2020   11:32
QAMIŞLO

Kongreya Star a kantona Qamişlo bi beşdariya endamên meclisên kongereyê ji navçeyên Amûdê, Tirbespiyê, bajarok û nûnerên Kongre Star ên saziyên sivîl û rêveberiyên Rêveberiya Xweser, civînek li dar xist. Civîn li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre endameke dîwana civînê dest bi şîrovekirina beşên civînê û bernameya wê kirin.

Piştî wê endama Koordînasyona Kongre Star Îbtîsam Husên rêziknameya kongreyê xwend, dûvre endamên beşdar nîqaş li ser kirin.

Di nîqaşan de hin pêşniyarên guhartina hin bendan hatin kirin, her wiha dê wan pêşniyaran veguhêzin kongereya ku dê di dema bê de were lidarxistin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Îbtîsam Husên wiha domand: "Em amadekariya lidarxistina kongereyê dikin, ew jî piştî nîqaşkirina pêşniyar û nêrînên nû yên der barê xebata kongereyê, bi taybet di rêziknameyê de, ye."

Îbtîsam piştrast kir ku pêşniyar û nêrînên ku derkevin dê di pêşdeçûna xebata kongreyê ya du salên bê de sûdwar bin.

ANHA