Hêzên Wîfaq "Însyatîfa Qahîra "binpê kir û êrişî Sirt kir

Hêzên Hikumeta Wîfaqê ya ku Tirkiyê desteka wê dike, "Însyatîfa Qahîra" binpê kirin û êrişî bajarê Sirtê kirin.

Hêzên Wîfaq "Însyatîfa Qahîra "binpê kir û êrişî Sirt kir
8 hezîran, 2020   13:42
BINXAZÎ

Komên çekdar ên li Misrata yên girêdayî hikumeta Wîfaq bi desteka Tirkiyê û çeteyên sûrî carek din êrişî bajarê Sirtê kirin.

Balafirên şer ên Artêşa Niştîmanî yên Lîbya êriş şikand.

Hêzên Asîmanê yên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bersiva êrişan dan.

Li gorî însyatîfa Qahîra ya ku serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî pêşkêş kiribû, agirbest îro dikeve meriyetê.

(şx)

ANHA