Tevî însiyatîfa Qahîrayê hikumeta Wîfaqê êrişî Sertê dike

Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê li bajarê Sertê bersiva  êrişên hêzên Wîfaqê û çeteyên Tirkiyê yên sûrî da, her wiha balafirên Lîbyayê jî karwanê çeteyan dema hewl dida ber bi baregeha Cefra ya lşekerî  ve biç, kir armanc.

Tevî însiyatîfa Qahîrayê hikumeta Wîfaqê êrişî Sertê dike
8 hezîran, 2020   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi armanca destpêkirina qonaxeke nû ji şerên serwerkirina bajarê di destpêka salê de Artêşa Nîştimanî ew rizgar kiribû, hêzên hikumeta Wîfaqê û çeteyên Tirkiyê teqemeniyan ji Mesrata dişînin rojavayê Sertê.

Li hemberî vê yekê artêşa Lîbyayê li nuqteyên Sertê û taxên wê hejmara hêzên xwe zêdetir kir.

Hikumeta Terablusê qonaxeke nû ya şer ragihand ev jî tê wateya ku pabendiyê bi agirbestê nake û ev e xala ku rayedaran hikumeta Terablusê anîn ziman.

Artêşa Nîştimanî jî ragihand ku ew ê li hemberî qonaxa nû ya şer bê deng nemîne û hişyariya bersivdayîna xurt da, ku tevahî insiyatîfên agirbestê ku artêşê berê ragihandibûn dewleta Tirk bi veguhastina çete û çekan derfet girt.

Artêşa Nîştimanî îro erebeya ku hejmareke efserên tirkan û çeteyên Sûriyê dibir bajarê Sertê kir armanc.

(eh)