Li Siwêdayê çalakî di roja duyemîn de ye

​​​​​​​ Torên çapemeniyê daxuyand ku di roja duyemîn de li bajarê Siwêdayê li dijî hikumeta Sûriyê xwepêşandan tên lidar xistin ku tê de daxwaza hilweşîna rejîmê û başbûna rewşa jiyanê hat kirin.

Li Siwêdayê çalakî di roja duyemîn de ye
8 hezîran, 2020   10:40
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku îro dîsa li bajarê Siwêdayê xwepêşandanên li dijî rejîma Sûriyê pêk hatin.

SOHR’ê diyar kir ku bi dehan şêniyîn herêma Cebel El-Ereb bi xwesteka hilweşîna rejîmê û başbûna rewşa jiyanê beşdarî xwepêşandana li pêşiya avahiya parêzgeha Siwêdayê bûn û berê xwe dan sûka bajêr û bi dirûşmeyên " bijî Sûriyê û hilweşe Beşar Esed" û " gelê Sûriyê yek e " hildan.

Duh jî, bi dehan ji welatiyên bajarê Deraa û Siwêdayê xwepêşandên li dijî nebaşiya rewşa aborî û jiyanê li tevahî herêmên Sûriyê û bubabûna zêde ya madeyên bingehîn, li dar xistin.

ANHA