Netanyahu: Washington ji bo pêkanîna plana serweriya li Difa El-Xerbiyê rê neda

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku, DYA‘ê  şewqa kes ji bo ferzkirina serweriya Îsraîlê li parçeyên ji Difa El-Xerbiyê neda.

Netanyahu: Washington ji bo pêkanîna plana serweriya li Difa El-Xerbiyê rê neda
8 hezîran, 2020   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Du serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di civîna bi serokên nişteciyan re  xuya kir ku têkildarî rûbera xakê ya ku dê tev li Îsraîlê bê kirin û ya ku li derdora niştecihan e di navbera me û amerîkiyan de nakokî hene.

Li gorî Netanyahu, xwesteka Amarîka ji Îsraîl li gorî plana ku serok Donald Trump daniye destpêkirina dan û standinên bi filistîniyan re ye, her wiha Washington nîqaşa li ser avakirina dewleta Filistînê tê kirin bi hilwesta Îsraîlê re bi nakok e.

Serokwezîrê Îsraîlê domand ku niyeta wî ya beşdarkirina serokên niştecihan di xebata xêzkirina nexşeyê de heye û piştrast kir ku dê Îsraîl parastina serweriya ewlehî û azadiya çûn û hatin wek halê heyî bike.

li şûna serokwêzîrê Benny Gantz di civîneke girtî ya bi blokên partiya " Cohol Lavan " re diyar kir ku diyalog bi aliyê Amerîka û aliyên dîtir re heye ku der barê plana tevlîkirinê tu gotin nehatin ziman û piştrast kir ku pêwîst e hevsengî hebe.