Buhaya genim û makanîzmeya kirîna wê li herêmên Rêveberiya Xweser çi ye?

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku buhaya kirîna genim ji cotkaran bi 17 centan ji dolar e û  dê bi lîreya Sûriyê radestî cotkaran be, her wiha agahiyên girîng der heqê xebata kirîn û makanîzmeya diyarkirina buhaya genim ji cotkaran de zelal kirin.

Buhaya genim û makanîzmeya kirîna wê li herêmên Rêveberiya Xweser çi ye?
8 hezîran, 2020   09:51
REQA-EHMED KEMYAN

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barodo ji ANHA’yê re li ser hûrgiliyên diyarkirina buhayên kirîna genim û girtina tedbîrên Rêveberiya Xweser bi daketina nirxa lîreya Sûriyê li hember pereyên biyanî, axivî.

Selman Barodo di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku Rêveberiya Xweser dît ku buhaya genim di civîna Rêveberiya Xweser 6’ê vê mehê de bi daketina nirxa lîreya Sûriyê li hember dolar, bilind bike.

Barodo wiha domand: "Dê buhaya genim li gorî tov û girtina wê ji cotkaran bi 17 centan û bi lîreya Sûriyê mezaxt bike."

Der barê ferqa demê ya xebat wergirtina ji her cotkarekî de, Selman Barodo wiha got: "Dê di mezaxtkirina nirxa tovan ji cotkaran pişta xwe bidin buhaya mezaxtina lîreya Sûriyê di dema dayîna fatoriyê ji cotkaran re."

Barodo da zanîn ku dê li gorî ferqên mezaxtinê di dema ku cotkaran tovên xwe radestkirinê de tev bigerin.

Barodo diyar kir ku piştî guhartina buhayê dê hejmara ku bê wergirtin li gorî pergala pileyan be, her wiha li gorî pîvana ku buhaya her pileyekê bi rêya komîteyên pispor ên nirxa wê diyar dikin, be.

Selman Barodo di axaftina xwe de destnîşan kir ku dema diyarkirî ya wergirtina pereyan tu guhartin çênebûne û dê piştî radestkirina cotkaran a berheman de 30 rojî pereyên xwe wergirin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Selman Barodo li ser gotegotên wergirtina cotkaran a pereyan bi dolara amerîkî derewand û wiha bi dawî kir: "Dê cotkar li gorî 17 centan, pereyên xwe bi lîreya sûrî wergire."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nfwTN0wkrGQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>