Mezintirîn amadekariyên leşkerî li Idlibê ….gelo êrişên leşkerî nêz in?

Torên çapemeniyê diyar kir ku hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk xwe  amadekariyên xwe di herêma idlibê de xurtir dikin û ev tişt nêzîkbûna êrişên leşkerî diyar dikin.

Mezintirîn amadekariyên leşkerî li Idlibê ….gelo êrişên leşkerî nêz in?
8 hezîran, 2020   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) diyar kir ku çeteyên Tehrîr El-Şam karwaneke leşkerî ya mezin ber bi nuqteyên li Cebel El-Zawiyê yê li bejahiyên başûrê Idlibê ve bir.

SOHR’ê daxuyand ku karwanena leşkerî ya bi dehan erebe ku tê de çete, alavên leşkerî û lojistî hebû.

Di heman demê de hêzên hikumeta Sûriyê jî xwe li wê herêmê bi hêz dike ku êrişeke leşkerî ya nêz heye.

SOHR’ê ragihand ku duh amadekariyên leşkerî yên çeteyön Hered El-Muiminîn" ber bi nuqteyên li Cebel El-Zawiyê yê li başûrê Idlibê ve çûn.

ANHA