Şêniyên Girkê Legê sûcên dewleta Tirk şermezar kir

Şêniyên Girkê Legê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha girtinên bêserûber li dijî parlementerên Kurd li Bakurê Kurdistanê, şermezar kir.

Şêniyên Girkê Legê sûcên dewleta Tirk şermezar kir
Şêniyên Girkê Legê sûcên dewleta Tirk şermezar kir
Şêniyên Girkê Legê sûcên dewleta Tirk şermezar kir
Şêniyên Girkê Legê sûcên dewleta Tirk şermezar kir
Şêniyên Girkê Legê sûcên dewleta Tirk şermezar kir
8 hezîran, 2020   09:38
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên navçeya Girkê Legê li ser banga Kongreya Star li qada Şehîd Xebat Dêrik a li navçeyê kom bûn û sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir

Meş ji qada Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girtina bêserûber li dijî parlementerên Kurd li Bakurê Kurdistanê, hatin berzkirin.

Di meşê de wêneyên têkoşer Leyla Guven û rêhevalên wê ku ji aliyê AKP`ê ve hatine girtin, pankartên bi nivîsa "Na ji binpêkirina azadiyê re" û "Bi îradya jina azad em ê dagirkeriyê hilweşînin" hatin rakirin.

Piştî ku meş li kolanan dewam kir, li qada Şehîd Xebat meş veguhirî mitîngê. Di mitîngê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Temo daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em bang li azadîxwazan dikin ku li hember kiriyarên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê ji kuştin, revandin û girtina jinan, bisekinin.

Girtina têkoşer Leyla Guven tirsa dewleta Tirk û AKP`ê ji berxwedana jina azad, diyar dike. Em bang li hemû jin û azadîxwazan li cîhanê dikin ku destek bidin girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk û çeteyên wê de."

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelê Kurd, bidawî bû.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sPJNTWav9D0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>