Eqîle Salih: Destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê alozî kûrtir kir

Serokê parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih piştrast kir ku tekane rêya çareseriya aloziya Lîbyayê çareseriya siyasî ye û destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê aloziyê kûrtir dike.

Eqîle Salih: Destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê alozî kûrtir kir
8 hezîran, 2020   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê parlamantoya Lîbyayê Eqîle Salih diyar kir ku rewşa heyî ji bo Meclisa Bilind a hikumeta Wîfaqê baş e û dirêjkirina krîzê jî ji berjewendiya wê ye. Eqîle Salih wiha axivî: “Nakokiyên Rûsya-Amerîkayê yên li Lîbyayê ne rojeveke nû ye, her wiha pêşbîn dikin ku li gorî berjewendiya Lîbyayê ew ê berjewendiyên xwe pêk bînin.”

Li gel vê yekê Eqîle Salih parve kir ku berhemdayîna petrolê bi agirbestê ve girêdayî ye, ji ber ku petrol bi tank û topan dernakeve.

Eqîle Salih da zanîn ku destwerdana Tirkiyê rewş aloztir kir û vekişandina artêşa Lîbyayê bi armanca parastina welatiyên Lîbyayê pêk hat, her wiha redkirina însiyatîfa Misirê dê şer berdewam bike û artêş jî dê bersiva gefan bide.

Eqîle Salih pêşniyar kir ku divê her herêmek ji herêmên Lîbyayê nûnerên xwe yên di qada nû ya siyasetê de diyar bike. Di heman demê de nakokî di navbera fermandarên artêşa de tune ne û heta ku fikrên der barê armancê de ne wekî hev bin jî, lê her kes ji bo heman dozê tê dikoşe.

Serokê parlamantoya Lîbyayê got hêzên navneteweyî ji însiyatîfa Qahîreyê ya aştiya li Lîbyayê kêfxweş in.

Tê zanîn ku şemiya borî  ji bo jiyana yasayî li Lîbyayê mîsoger bibe, Misirê însiyatîfeke siyasî ragihand û hişyarî der barê bijarteya leşkerî ya çareseriya aloziyê li Lîbyayê de da. Serokê Misirê Abdulfettah Sîsî destnîşan kir ku tekane rêya çareseriya aloziya Lîbyayê çareseriya siyasî ye û ewlehiya Misirê ji ewlehiya Lîbyayê ye.

(eh)