Îlham Ehmed: Di demên nêz de çareserî tune ne

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed got li Sûriyê di demeke nêzîk de çareseriyek xuya nake û destpêkirina çareseriya siyasî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, wek derfeteke ji gelê Sûriyê re ye.

Îlham Ehmed: Di demên nêz de çareserî tune ne
Îlham Ehmed: Di demên nêz de çareserî tune ne
Îlham Ehmed: Di demên nêz de çareserî tune ne
Îlham Ehmed: Di demên nêz de çareserî tune ne
8 hezîran, 2020   08:57
HELEB - ARIF SILÊMAN

Îlham Ehmed di civîna Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê de axivî. Bi sedan endamên saziyên sivîl tev li civînê bûn.

Îlham Ehmed got aloziya li Sûriyê dê berdewam bike, derfeta dîtina çareseriyê di demên nêz de kêm e û wiha got: "Em di pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re derbas dibin. Ji ber wê jî tu çareserî di demên nêz de tune ne. Ev rewş ne tenê li Sûriyê ye, lê rewşeke navneteweyî û Rojhilata Navîn e. Tu çareserî di demên nêz de dernakevin, lê belê dê demên dirêj dewam bike."

Îlham Ehemd got sîstema cîhanî berpirsa belavbûna Koronavîrusê ye û wiha pê de çû: "Bi belavbûna Koronavîrusê li dewletên cîhanê re, gelek dewletan ji ber  zirarên vê vîrusê zehmet kişandin. Zehmetî di sekinandina belavbûna vê vîrusê de dît û sîstemên wê di hemû aliyên tenduristî û aborî de bi bin ketin. Vê yekê bandor li tevahî aliyên jiyanê kir. Sedema sereke ya belavbûna vîrusê sîstema cîhanî bi xwe ye.”

‘PERGALÊN ROJHILATA NAVÎN BÊ GUHERÎN NIKARIN DEWAM BIKIN’

Îlham Ehemd wiha dewam kir: "Em dikarin bibêjin ku sîstemên li Rojhilata Navîn li ser esasê neteweperest hatine avakirin û gihaştine astekê ku nikarin bêyî guhertin berdewam bikin."

Der barê îdiayên cezayên aborî de ku li ser Sûriyê hatine ferzkirin, Îlham Ehmed ev tişt got:  “Tevî ku ceza li dijî rejîmê ne, gel ê herî zêde zirarê dibîne. Hewl didin rejîma Sûriyê neçar bikin ku çareseriya siyasî qebûl bike û aloziyê bi dawî bike. Berpirsyarî ya rejîmê ye da ku dest bi çareseriya siyasî bike."

Îlham Ehemd piştrast kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk li Sûriyê ku welat parçe bike û wiha pê de çû: “Dema Tirkiyê dît ku çete nikarin ajandayên wê li herêmê pêk bînin bi awayekî yekser derbasî Cerablus, Babê bû û Efrîn dagir kir da ku di asta yekemîn de projeya me bi bin bixe.”

‘ARMANCA TIRKIYÊ PARÇEKIRIN E’

Îlham Ehmed wiha bi dawî kir: "Tirkiye îdia dike ku ew yekitiya xaka Sûriyê diparêze. Lê rastî berovajî vê yekê îsbat dike. Dibistanên Tirkiyê li Cerablusê vekirî ne û guhertina demografiyê ya li Efrînê piştrast dike ku armanca Tirkiyê parçekirin e."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rDJ2Jzt5eRE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>