Li herêmên dagirkirî ji ber rewşa jiyanî berteka gel zêde dibe

Şêniyên navçeya Mabata ya Efrînê li dijî dewleta Tirk a dagirker û ji ber rewşa aborî ya dijwar li herêmên dagirkirî xwepêşdanek li dar xist.

Li herêmên dagirkirî ji ber rewşa jiyanî berteka gel zêde dibe
8 hezîran, 2020   08:33
EFRÎN

 

Li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, nakokî, tevlihevî û hêrsa gel li hember rewşa jiyanî, sûcên revandin û kuştinê ku çeteyên dagirkeriyê li dijî sivîlan pêk tînin, zêde dibe.

Li gorî çavkaniyên ji hundirê kantona Efrînê, li navçeya Mabata şêniyan li dijî dagirkeriyê xwepêşandek li dar xist. Çavkaniyan destnîşan kir ku sivîlên di hundirê navçeyê de bi sedema rewşa jiyanî, buhabûna zêde û kêmbûna kel û pelên xwarinê derketin xwepêşandanê.

Çavkaniyan piştrast kir ku şêniyên li herêmê bi sedema sûcên dagirkeriyê li dijî sivîlan, bi hêrs in.

Li bajarê Girê Spî yê dagirkirî jî ji ber sûcên dagirkeriyê, revandina sivîlan û dijwarbûna debara jiyanê xwepêşandan li dar ketin.

(fr)

ANHA