Şaredariya Sirînê projeyên paşguhkirî pêk tîne

Piştî 40 salan ji qezayên trafîkê û qerebalixê, Şaredariya Gel a Sirînê çerxerêyekê li ser rêya navneteweyî ya M4 ku Kobanê û bajarokê Sirîn û bajarên herêma Cizîrê bi hev ve girê dide, ava kir. Tevî ku plan dike taxeke pîşeyî li bajarok ava bike.

Şaredariya Sirînê projeyên paşguhkirî pêk tîne
8 hezîran, 2020   07:02
KOBANÊ-SAMIR OSMAN-UMER MIHEMED

Şaredariya Gel a Sirînê li başûrê bajarê Kobanê dest bi avakirina çerxerêyekê li ser rêya M4 kir. Şaredarî xebatên xwe hîna berdewam dike.

Ev beşa rê ya herî qerebalix tê hesibandin. Ji ber ku gelek bajar û bajarokên herêma Firatê bi hev ve girê dide û her wiha ji ber ku li ser rêya M4 e ku gelek dewletên cîran bi hev ve girê dide.

/kr/uploads/files/2020/06/08/070324_064600_seredariya-sirin-28129.webp

Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Sirînê Mistefa Muslim got: “Ji 40 salî ve ev beşa rê bûbû sedema gelek qezayan. Îsal amûrên xizmetguzariyê ji bo pêkanîna projeyên mezin li Sirînê peyda dibin. Ji wan projeyan taxa pîşeyî û çerxerêya M4. Ji ber ku ev beşa rê bi erebeyan gelek qerabalix dibe, pêwîst hate dîtin ku çarxerêyek were avakirin. Heta niha me bi rêjeya ji sedî 30 ji projeyê bi dawî kiriye. Di mehekê de divê proje temam bibe."

Muslim destnîşan kir ku di bajarok de projeyeke girîng tê meşandin. Şarederiyên hikumeta Sûriyê beriya 1990`an plan kiribû lê pêk neanîbûn. Muslim wiha pê de çû: "Me bi şêniyan re nîşqa kir ku taxeke pîşeyî were avakirin. Şêniyan girêdayî lêçûn û cihê avakirina projeyê tu nerazîbûn nîşan neda. Projeya taxa pîşeyî ji 250  dikanan pêk tê. Di qonaxa yekemîn de li gorî dayîna veberhêner sozên xwe yên malî, dê beşek ji dikanan ava bikin.

Hikumeta Sûriyê ruxmî ku herêmên bakurê Sûriyê bi berhemên xwe navdar e û ji çandiniyê re guncaw e bi taybet li gel ku rûberên fireh ji herêmê li ser beravên çemê Firatê ne, lê dîsa jî paşguh kiribûn.

(şx)

ANHA