Li Dêrazorê 20 gumanbar hatin girtin

Li gundewarên navçeya Siwer a parêzgeha Dêrazorê QSD`ê di berbanga îro de 20 kesên ku guman hene tev li çeteyên DAIŞ`ê bûne, girtin.

Li Dêrazorê 20 gumanbar hatin girtin
8 hezîran, 2020   06:28
DÊRAZOR-ELÎ SALIH

QSD`ê 4`ê Hezîranê li gundewarên kantona Hesekê û Dêrazorê dest bi Pêngava Tunekirina Terorê kir û hîn jî berdewam e.

Hemle di roja xwe ya pêncan de ye û vê sibê hêzên taybet ên komando yên girêdayî QSD`ê 20 kesên ku guman heye tev li çeteyên DAIŞ`ê bûne, li gundê Hircê yê navçeya Siwer ê bakurê rojhilatê Dêrazorê girtin.

Ji fermandarên hêzên taybet Derdo Reqa ji ANHA`yê re piştrast kir ku li navçeya Siwer 20 kes girtine.

Fermandar Derdo Reqa diyar kir ku dê hemle heta bidawîkirina şaneyên DAIŞ`ê berdewam be.

Heta niha hejmara çete û kesên bi guman ên hatine girtin, gihaştiye 87`an.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2Ytz0QvKzoA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>