Artêşa Lîbyayê derbeyeke xurt li artêşa Tirk û çeteyan da

Artêşa nîştimanî ya Lîbyayê karwanekî leşkerî ku hejmareke serbazên Tirk û çeteyên Sûriyê ber bi bajarê Sirte ve dibirin, kir hedef.

Artêşa Lîbyayê derbeyeke xurt li artêşa Tirk û çeteyan da
8 hezîran, 2020   06:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa nîştîmanî ya Lîbyayê tekez kir ku leşkerên wan 2 tank û 6 erebeyên erebeyên zirîpoş ji teqandin.

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî diyar kir ku tişta artêşê kir karekî mezin e, lehengiya ku di şerê berê de pêk anî, hişt ku bibe parçeyek ji dîroka Lîbyayê di parastina serwerî û rûmeta welêt de. Her wiha tekez kir ku di pêvajoya pêş de artêş dê bi ser bikeve.

(bx)