'Hewldanê me yên ji bo aboriya jinê dewam dikin'

Firina jinê ya li herêma El-Kesrat ji girîngtirîn projeyên aborî yên jinê li rojavayê gundewarê Dêrazorê tê hesibandin.

'Hewldanê me yên ji bo aboriya jinê dewam dikin'
'Hewldanê me yên ji bo aboriya jinê dewam dikin'
'Hewldanê me yên ji bo aboriya jinê dewam dikin'
'Hewldanê me yên ji bo aboriya jinê dewam dikin'
'Hewldanê me yên ji bo aboriya jinê dewam dikin'
'Hewldanê me yên ji bo aboriya jinê dewam dikin'
8 hezîran, 2020   03:32
DÊRAZOR-RUBA EL-ELÎ –XUFRAN EL-ABDULLAH

Li rojavayê gundewarê Dêrazorê ji yekemîn firinên nan ên ku hatin vekirin, firina jin bû. Firin bi kalîtebûna nan û bihaya wî ya guncew navdar e. 

Firin di 1-10-2018`an de piştî ku Komîteya Aboriya Jinê ya girêdayî Rêveberiya Jin a herêma El-Kesrat proje erêkir, hate vekirin. Komîteyê heta 4 mehan proje erêkir. Piştî peydakirina avahiyê û tevahiya amûrên firinê û jeneratorek bi lêçûna 25 hezar dolarî, firina jin hate vekirin.

Firin ji saet 4:00`an berbanga sibê heta saet 10:00`an sibehê dixebitin. Rojane derdora 4 ton nan dipêjin. 

Girêdayî mijarê karkera firinê Nûr El-Huda Mihemed got: "Wek jinên Dêrazorê pêwîstiya me bi mîna van projeyên ku desteka jinê dikin heye. Da ku alîkariya wê were kirin û xwarina xwe ya rojane peyda bike. Lewra vekirina vê firinê hişt ku em karînên xwe di warê kar de pêş bixin. Her wiha dihêle em pereyên xwe kom bikin û di projeyên aborî yên din de bi kar bikin."

(şx)

ANHA