Li Şedadê, ji şêniyan re peydakirina derfetên kar

Komîteya Karûbarên Civakî  û Xebitandinê a Şedadê zêdetirî 600 kes di saziyên rêveberiyê de li navçeyê her yek li gorî beşên xwendinê erkdar kirin.

Li Şedadê, ji şêniyan re peydakirina derfetên kar
Li Şedadê, ji şêniyan re peydakirina derfetên kar
Li Şedadê, ji şêniyan re peydakirina derfetên kar
Li Şedadê, ji şêniyan re peydakirina derfetên kar
8 hezîran, 2020   05:53
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Komîteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê ya Meclisa Sivîl ya Şedadê kesên ku ji zanîngehê derçûne û li derfetên kar digerin pêşwazî dike.

Komîteyê heta niha zêdetirî hezar û 600 daxwazname ji kesên ji beşên zanîngehê yên cuda derçûne, pêşwazî kirine da ku daxwaznameyên wan ji saziyên guncew re her yek li gorî beşa xwendî û li gorî pêwîstiyê pêşkêş bikin.

Komîteyê derfetên kar ji 600 kesan re di saziyên Rêveberiya Xweser yên navçeyê de peyda kir.

Serokê komîteyê Fehid El-Xidêr destnîşan kir ku gelek kesan ên xwedî bawernameyên zanîngehê daxwaznameyên erkdarkirinê di saziyên Rêveberiya Xweser de yan jî di rêxistinên ku di herêmê de kar dikin, pêşkêş kirine.

El-Xidêr wiha domand: "Em rojane bi dehan daxwaznameyan pêşwazî dikin. Wek komîte em wan dinirxînin û  her yek li gorî beşa xwendinê dikin erşîfê."

Komîte li gorî daxwazê navên kesên ku xwe di komîteyê de qeyd kirine li gorî beşa xwendinê, ji nivîsgeh û komîteyên saziyên sivîl re pêşkêş dikin.

El-Xidêr bal kişand ser ku rêjeya erkdarkirinê ji hêla Nivîsgeha Karûbarên Civakî û Xebitandinê gihaşt zêdetirî rêjeya ji sedî 45.

Tevahiya saziyên ku pêwîstiya wan bi karmendan hene daxwaznameyan ji Nivîsgeha Karûbarên Civakî û Xebitandinê pêşkêş dikin. Ev jî vedîtina derfetên kar ji kesên ku li kar digerin hêsan dike.

(şx)

ANHA