`Têkoşîna li dijî zihniyeta nejadperestiyê mafek rewa ye`

Tevgera Komonîst a Şoreşgerî diyar kir ku têkoşîna li dijî nejadperestiyê mafek rewa ye. Divê tevahiya gelên cîhanê li dijî vê zihniyetê serî hildin.

`Têkoşîna li dijî zihniyeta nejadperestiyê mafek rewa ye`
7 hezîran, 2020   17:15
QAMIŞLO

Tevgerê îro bi daxuyaniyekê ji raya giştî re sûcên nejadperestî li Amerîka û Tirkiyê li dijî gelan şermezar kirin û diyar kir ku têkoşîna Ii dijî zihniyeta kapîtalîzmê mafek rewa ye. Endamên tevgerê Zîlan Destan û Elî Şêr Qasim daxuyanî li ber Çarxerêya Şehîdên Enternasyonal li bajarê Qamişlo xwendin.

Beşdaran wêneyên ciwanê Kurd Bariş Çakan û yê amerîkî George Floyd hildan.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li cîhanê kesên kapîtalîst cihanê bi jehr dikin  û ji bo destkeftiyên xwe şeran li her derê diafrînin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dîroka dewletên mitînger dîrokek nejadperestî û tijî qirkirin e. Gelek komkujî li dijî gelên Kurd, Ermen, Suryan Rom pêk anîn û axa wan dagir kirin.

Her wiha bûyera qetilkirina Gord Floyd ji hêla polîsek nejadperest ve li bajarê Minneapolis yê Amerîka hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku dewleta Amerîka îdia dike ku dewleta azadxwazan e lê di rastiyê de nejadperestiyê hemêz dike. Bi xwe dewletek kapîtalîst e û li ser hesabê xwîna gelên resen hatiya avakirin. Ev ne cara yekemîn e ku bûyerek wisa li Amerîka diqewime. Divê hikumeta Amerîka di vî warî de edaletê pêk bîne.

Tevgerê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew piştgiriya berxwedana mafên gelên ku rengên wan reş e û tevahiya kesên li Amerîka li kolanan e û ji bo wekhevî û edaletê û azadiyê liber xwe didin silav kirin.

Tevgerê di berdewama daxuyaniya xwe de ne tenê li Amerîka bûyerên nejadperestî rû didin. Lê belê li Tirkiyê jî nejadperestî li dijî Kurdan, Ereban, Ermenan, Suryanan û Çerkezan nejadperestî tê kirin. Beriya hefteyekê li paytexta Tirkiyê ciwanê Kurd Bariş Çakan ji ber ku guhdarî muzîka Kurd dikirin hate kutşin. Hevserokên şaredariyan û perlamanter hatin girtin.

Tevgerê di dawiya daxuyaniyê de îşaretpê kir ku têkoşîna li dijî nejadperestiyê mafek rewa ye û divê gelên cîhanê hemû li dijî vê zihniyetê serî hildin.

(şx)

ANHA