Foza Yusif: Vê carê herêm rastî şerê tenduristî û aborî tê

Endama Desteya Hevserokati a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê Foza Yusif got: “Qanûna Qeyser di bingehê de ji bo parastina sivîlan û cezakirina rejîma Sûriyê hate dayîn. Lê encamên wê bi awayekî mezin bandor li gel dikin. Rêveberiya Xweser hewl dide gelek gavan bavêje ji bo ku encamê vê qanûnê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sivik bike.”

Foza Yusif: Vê carê herêm rastî şerê tenduristî û aborî tê
Foza Yusif: Vê carê herêm rastî şerê tenduristî û aborî tê
Foza Yusif: Vê carê herêm rastî şerê tenduristî û aborî tê
Foza Yusif: Vê carê herêm rastî şerê tenduristî û aborî tê
7 hezîran, 2020   16:31
QAMIŞLO

Partiya Yekîtiya Demokratîk îro bi şêniyên navçeya Til Hemîsê re civiya. Civîn li depoya genim a navçeyê bi armanca nîqaşkirina mijarên siyasî û aborî  û rêbazên sivikkirina barên şêniyan bi giştî lidar ket.

Bi dehan şêniyên herêmê, rûspiyên êlên Ereb tevî Endama Desteya Hevserokati a Partiya Yekîtiya Demokratîk  PYD`ê Foza Yusif, endamê Nivîsgeha Giştî ya PYD`ê Silêman Ebû Bekir di civînê de amade bûn.

Foza Yusfi di civînê de axivî û got ku, rewşên ku herêm tê re derbas dibin bi hev ve girêdayî ne û mirov nikare ji rewşa cîhanê û dewletên cîran mîna Iraq, Tirkiyê û Lubnanê qut bike.

Foza qanûna Qeyser, sedama binavkirina wê bi vî navî û encamên wê li ser herêmê bi taybet şîrove kirin. Foza îşaretpê kir ku ev qanûn di bingehê de ji bo parastina sivîlan û cezakirina rejîma Sûriyê hatiye danîn. Lê mixabin encamên wê yên aborî bi awayekî neyînî li şêniyan bi taybet xizanan dike.

‘EM Ê ÇAWA LI HEMBER VAN ZEHMETIYAN LI BER XWE BIDIN?’

Foza got: “Şer destpêkê leşkerî, siyasî û derûnî bû. lê niha bûye şerek tenduristî û aborî. Lewra divê em bi rêbazên din li gorî vî şerê nû re li hemberê bisekinin. Bi hevgirtina xwe bi Rêveberiya Xweser re em ê biser kevin. Ruxmî dorpêçê û derfetên kêm, lê herêmên me heta niha xwe ji belavbûna pandemiya Koronavîrusê parast. Ev bi saya zanabûna civaka me û pêkanîna biryarên rêveberiyê çêbû.”

Têkildarî qanûna Qeyser Foza Yusif got: “Ev qanûn ji bo hedefgirtina Beşar El-Esed, hikumet û piştevanên wî ji dewletên derve hate derxistin. Temenê qanûnê 5 sal in. Eger rejîm di van 5 salan de şertên Amerîka û danûnstandinên Cinevê qebûl kirin, dê qanûn raweste. Lê eger siyaseta rejîmê nehate guhertin, qanûn dê heta hilweşandina rejîmê berdewam bike.”

Di nav gotinên xwe de Foza destnîşan kir ku herêmên Rêveberiya Xweser beşek ji Sûriyê ne û dê ev qanûn bandor lê bike û wiha domand: "Li gorî daxuyaniyên berpirsên Amerîka ew dê herêmê ji encamê qanûnê efû bikin. Lê stratejiya wan heta niha ne diyar e. lewra em bang dikin ku deriyê Til Koçer a bazirganî vebibe ji ber ku tu deriyên bazirganî li cem me tune ne."

‘TEDBÎRÊN KU DIVÊ BÊN GIRTIN DA KU ZIRAR NEGIHÊJE ŞÊNIYAN’

Foza Yusif behsa hilberîna genim kir û got dê nirxa wê li gorî dolarê were diyarkirin. Foza wiha pê de çû: "Hewldan ji bo bilindkirina nirxa genim hene, ji bo ku alîkariya cotkaran were kirin û ew zirarê nebînin."

Foza di berdewama civînê de bibîr xist ku navendên frotinên yên girêdayî Rêveberiya Xweser hene ew navend dê madeyan bi nirxên guncew bifroşin. Dê ev navend li tevahiya herêmên Rêveberiya Xweser werin vekirin. Foza bal kişand ser ku bihayên madeyên bingehîn mîna nan, mazot û yên din, dê bilind nebin ji bo ku encamên qanûnê li ser şêniyan sivik bikin.

BIHAYÊN SOTEMENÎ Û NAN DÊ MÎNA XWE BIMÎNIN

Her wiha Foza anî ziman ku beriya aloziya Korona, Rêveberiya Xweser budceyek ji herêmê re ji tevahiya warên xizmetguzarî re veqetandibû. Piştî derketina vîrusê, ew lêçûn rawestand û girîngî da warê tenduristiyê. Her wiha beşek ji wê budceyê ji pakêtên xwarinê û beşek yedek ji warê tenduristiyê re veqetand.

Foza wiha berdewam kir: "Daketina nirxê petrolê bi derketina aloziya Koronayê re bandor li jêderên Rêveberiyê û budceya wê kir. Lê Rêveberiya Xweser ne berpirsa daketina petrolê û lîreya Sûriyê ye. Jêderên bingehîn ên di destê Rêveberiya Xweser de dê ji şêniyan re werin peydakirin mîna genim, petrol, sewalvanî û sebze. Ji ber ku herêm berhemdar e û tê de tevahiya hîmên jiyanê têne peydakirin."

Di dawiya civînê de deriyê nîqaş û pirsan ji beşdaran re hate vekirin.

(şx)

ANHA