QSD`ê encamên pêngava Tunekirina Terorê eşkere kirin

Hêzên Sûriya Demokratîk encamên operasyonên legerînê di roja çaremîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê de eşkere kirin. QSD`ê destnîşan kir ku 30 km pêşketiye û 12 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê girtine.

QSD`ê encamên pêngava Tunekirina Terorê eşkere kirin
7 hezîran, 2020   17:17
​​​​​​​ NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê encamên qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê di roja çaremîn de eşkere kirin;

Hêzên Sûriya Demokratîk operasyonên lêgerîn û serdegirtinê li dijî şaneyên DAIŞ`ê bi awayekî baş, birêxistinkirî û bi koordîneya yekser bi Hêzên Koalîsyona Navdewletî re tevî şervanan û parastina asmanî ji hêla balafiran ve didomîne.

Di roja çaremîn de hêzê 30 km dirêjahî û 60 km firehî nêzî 15 gundan operasyonên lêgerînê meşandin. Hêzên Komandos ser 10 nuqteyan de girtin û 12 kesên terorît û pê guman girtin.

Her wiha hêzên me hejmarek çekên curbicur desteser kirin.

(şx)

ANHA