Nervîn Xebat: Yekitî di vê demê de pêwîstiyek dîrokî ye

Partiya Yekitiya Demokratîk ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî û nêzîkbûna Kurd ji şêniyên xeta Robariya ya girêdayî herêma Baravê li gundê Robariya civînek lidar xist.

Nervîn Xebat: Yekitî di vê demê de pêwîstiyek dîrokî ye
7 hezîran, 2020   17:37
QAMIŞLO

Di civînê de endama Meclisa Jin a PYD`ê Nervîn Xebat girêdayî rewşa Rojhilata Navîn û Rojava bi taybet li gel aloziyên li cîhanê ji ber pandemiya Koronavîrusê çêbûne, axivî û got: “Rêveberiya Xweser ruxmî ku nû ye û derfetên wê kêm in lê dîsa li hember vê vîrusê sekinî, şaneya aloziyê ava kir. Her wiha gel jî biryarên Rêveberiya Xweser û tedbîrên ku girtine, pêk anîn.”

Nervîn domand û got: "Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi parêzerên xwe re gelek caran destnîşan kir ku li herêmê şerê cîhanê yê sêyemîn pêk tê."

Nervîn di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku aloziya Sûriyê bê çareserî didome û got: "Dewletên ku tev li şerê Sûriyê bûne bi taybet Tirkiyê û Rûsya armanc dikin vîna gelan tune bikin. Ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî û ji bo ku çaranûsa gelan kontrol bikin li vir in."

Her wiha Nervîn însiyatîfa fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî ji bo yekîtiya Kurd bibîr xist û destnîşan kir ku di pêvajoya ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe de, yekitî pêwîst e. Da ku li hember êrişên Tirkiyê û çeteyên wê were sekinandin û destkeftiyên gelên herêmê werin parastin. Nervîn bal kişand ser ku tevlibûna tevahiya partî û kesayetan di diyaloga Kurdî de dê encamên erênî ji gelê Kurd re bidest bixîne.

Nervîn di dawiyê de got: "Di vê pêvajoyê de ji tevahiya tê xwestin ku berjewendiyên gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin. Lewra diyaloga avaker di navbera partiyên Kurd de di vê pêvajoya hesas de pêwîstiyek niştîmanî û derfetek çaranûsî û dîrokî ye."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KWyQzIv8EKo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>