Hêzên Asayîşê têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî da

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî da û got lêkolîn berdewam e.

Hêzên Asayîşê têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî da
7 hezîran, 2020   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Asayîşêa Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî teqîna ku îro li taxa Hilko ya bajarê Qamişlo pêk hat daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"7‘ê Hezîranê saet 15:00‘an li taxa Hilko ya bajarê Qamişlo bombeyek destan bi kesekî ve teqiya. Nasnameya kesê ku bombe pê ve teqiya heta niha ne diyar e. Ew kes dema ku di Hîzama Başûr- Rêya diçe taxa Kornîş re derbas dibû bombe pê ve teqiya, li wir  ku nuqteyek kontrolê ya hêzên me heye. Ji bilî kesê ku bombe pêve teqiya ti ziyanên mirovî çênebûn. Derbarê teqînê de lêkolîn berdewam e ta were naskirin bê ka bombe bi wê kesî ve teqiyaye an wî hewl dide nuqteyek an aliyekî bike hedef.

Em Hêzên Asayîşê ji gelê xwe re teqez dikin ku lêkolîn berdewam heta rastiya teqînê, nasnameyên kesên li pey teqînê, sedemên ku hiştine ew kes di nêzî nuqteyek leşkerî ya hêzên me re derbas bibe werin naskirin. Ji bo rewşên muhtemel ku jiyana birayên me yên sivîl dixe xeteriyê Hêzên me zêde belav bûne."

 ANHA