Li Efrînê li dijî jinan sûcekî din… cenazeyê zaroka revandî hate dîtin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku komên çete ku artêşa Tirk a dagirker destekê dide wan, zaroka bi navê Melek Nebî Xelîl revandibû û cenazeyê wê li gundewarên Ezazê hate dîtin.

Li Efrînê li dijî jinan sûcekî din… cenazeyê zaroka revandî hate dîtin
7 hezîran, 2020   11:19
ŞEHBA

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku cenazeyê Melek Nebî Xelîl li zeviyên gundê Fêrziyê yê rojhilatê bajarê Ezazê hatibû avêtin.

Çavkaniyên herêmî da zanîn ku Melek Nebî Xelîl 16 salî ye û ji gundê Derwîş ê navçeya Şera ye.

Çeteyên koma Nuxbê ya çeteyên Firqet Sultan Murad 23’yê Gulana derbasbûyî Melek revandibû.

Beriya çend rojan dîmenên jinên çeteyên Firqet Hemzat ên revandina  û di girtîgehên li kantona Efrînê ya dagirkirî de îşkence dikin, li ser malperên civakî hatibûn belavkirin.

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê li pêş çavê civaka navneteweyî sûcên dermirovî pêk tîne.

eh

ANHA