Li rojavayê Qamişloyê 15 donim genim şewitî

Li rojavayê Qamişloyê 15 donim ji zeviyên genim şewitîn, şêniyan bi alîkariya HPC‘ê û tîmên agirkujiyê şewat vemirand.

Li rojavayê Qamişloyê 15 donim genim şewitî
7 hezîran, 2020   10:53
QAMIŞLO

Îro li zeviyên gundê Sêrimka yê girêdayî Şaredariya Girbawiyê ya kantona Qamişloyê, ji ber çirûska ji patozê şewatek çêbû.

Şêniyan bi alîkariya HPC‘ê û tîmên agirkujiyê şewat kontrol kir û vemirand.

Li gorî Şaredariya Girbawiyê 15 donim genim şewitî.

ANHA