Li Deraayê dîsa li dijî hikumeta Sûriye xwepêşanda hatin lidarxistin

Bi sedan şêniyên bajarê Tefis ê parêzgeha Deraayê di xwepêşandanê de daxwaza hilweşandina rejîmê kir.

Li Deraayê dîsa li dijî hikumeta Sûriye xwepêşanda hatin lidarxistin
7 hezîran, 2020   09:25
 NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên bajarê Tefis xwepêşandanek ji ber rewşa jiyanî ya nebaş li dar xist, her wiha banga hilweşandina rejîma Sûriyê û serbestberdana tevahî girtiyan kir.

Xwepêşandêran pankartên "Rejîma ku nikare buhayan kontrol bike bila ji herêmê dekeve", "Li hemû cîhanê kes ji bo hemûyan xwe feda dike lê li Sûriyê hemû ji bo kesekî xwe feda dikin" hildan.

Li gorî ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hîn jî li parêzgeha Deraayê nerazîbûna gel tevî berdewama tevliheviya ewlehiyê li herêmê didome.