Komîteya Çandiniyê genim vediguhêze depoyên Eyn Îsayê 

Komîteya Aborî û Çandiniyê  dest bi depokirina genim di depoyên Eyn Îsayê de kir.

Komîteya Çandiniyê genim vediguhêze depoyên Eyn Îsayê 
Komîteya Çandiniyê genim vediguhêze depoyên Eyn Îsayê 
Komîteya Çandiniyê genim vediguhêze depoyên Eyn Îsayê 
7 hezîran, 2020   10:42
EYN ÎSA

Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Eyn Îsayê bi hevkarî û koordînasyona Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê dest bi veguhastina berheman ji navenda Çelebiyê ya herêma Firatê ji bo depoyên navçeya Eyn Îsayê kir.

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya herêma Firatê di 28`ê Gulanê de dest bi wergirtina berhemên çandiniyê ji cotkaran kiribû.

Her du navend bi giştî 22 hezar ton ji berheman werdigirin (her navendek 11 hezar ton).

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê depoyên Eyn Îsa nikarin berheman ji cotkaran wergirin, ji ber wê jî cotkar berhemên xwe dibin navenda Çelebiyê. Depoyên Eyn Îsayê tenê ji bo depokirinê têne bikaranîn.

Ji rêveberên depoyên Eyn Îsayê Ehmed El-Elî got miqdarê genim ku têra navçeyê bike, dê were depokirin.

Li gorî komîteyên pêwendîdar ên navçeyê ku pêwîstiya aşên navçeya Eyn Îsa di hefteyê de bi 100-125 tonan heye.

Tê zanîn ku 5 navendên depokirinê li herêma Firatê ne; Şergirak, Dehlîz, Eyn Îsa, Çelebiyê û Rovî. Piştî êrişên dewleta Tirk ên di 9`ê Cotmeha 2019`an de li ser herêmê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê depoyên Dehlîz û Şergirak dagir û talan kirin û herêma ku depoyên Eyn Îsayê lê ne, ji aliyê dagirkeran ve rojane tê topbarankirin.

(bx)

ANHA