Li Dêrikê cara yekemîn nîsk ji cotkaran tê wergirtin

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya herêma Dêrikê cara yekemîn ew ê nîsk ji cotkaran wergire. Her wiha dê genim û ceh li gorî buhayên ku Rêveberiya Xweser diyar kirine, bên wergirtin.

Li Dêrikê cara yekemîn nîsk ji cotkaran tê wergirtin
Li Dêrikê cara yekemîn nîsk ji cotkaran tê wergirtin
Li Dêrikê cara yekemîn nîsk ji cotkaran tê wergirtin
Li Dêrikê cara yekemîn nîsk ji cotkaran tê wergirtin
Li Dêrikê cara yekemîn nîsk ji cotkaran tê wergirtin
Li Dêrikê cara yekemîn nîsk ji cotkaran tê wergirtin
7 hezîran, 2020   09:21
QAMIŞLO – NEJBÎR OSMAN – ÎSAM ABDULLAH

Beriya demsala çinînê li herêma Dêrikê dest pê bike, Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya herêma Dêrikê gelek tedbîr girtin. Şîrketê depo dezenfekte kirin, dermanê mêş û mûran lê reşand, her wiha kadroyên pispor perwerde kirin.

Şîrketê 4 navend li Dêrikê, gundê Beroj, gundê Gir Ziyaret û Til Elo ji bo wergirtina ceh, genim û nîskan diyar kirin. Depoyên Til Elo tenê ji bo wergirtina ceh û genim hatine diyarkirin. Depoyên Dêrikê genim û nîsk, navenda li Gir Ziyaret û gundê Beroj ji bo wergirtina genim hatine diyarkirin.

Piştî paqijkirinê û bi destpêka demsala çinînê re navenda Dêrikê yekemîn beşa berheman wergirt.

Divê cotkar kaxezên ku şîrketê diyar kirine, bi xwe re bînin da ku kar bi lez bimeşe. Piştî ku saziya çandiniyê ji hemû kaxezan pişterast dibe, dest bi wergirtin û veguhastina berheman dike.

Têkildarî mekanîzmaya veguhastina hilberînê cotkar Korîs Melkê dema hilberîna xwe radestî depoya Dêrikê kir ji ajansa ANHA`yê re anî ziman ku tedbîrên pêşwazîkirina hilberînê û veguhastina wê di asta herî jor de ye.  Melkê wiha got: "Nivîsgeha dexl û danan, pispor û nimrekirina fatoreyan alîkariya cotkaran dikin."

Têkildarî proseya kirîna hilberînê hevserokê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê Yusif Osman piştrast kir ku ji bo pêşwaziya hilberînê endaman perwerde dît, navend tevî kehrebe û teknîka xwe amade ye.

Osman got navendên Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê heta dawiya mewsimê ji bo xizmeta cotkaran vekirî ye, lê divê cotkar serdana daîreyên çandiniyê bikin û kaxeza cihê çandiniyê bistînin û paşê bi hêsanî hilberîna xwe veguhêzin.

Li herêma Dêrikê cara yekemîn ku Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê nîskê ji cotkaran dikire û her kîloyek bi 750 lîreyên Sûriyê hate kirîn. Têkildarî vê mijarê jî Osman got: "Ev cara yekemîn e em nîskan ji cotkaran dikirin. Em ê her kîlo nîsk bi 750 lîreyan bikirin."

 (bx-eh)

ANHA