Buhayê genim dê li gorî nirxê dolar bê guherandin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê buhayê genim li gorî nirxê lîreyê Sûriyê li beramberî dolar  biguherîne.

Buhayê genim dê li gorî nirxê dolar bê guherandin
7 hezîran, 2020   08:26
REQA

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abid El-Hamid El-Mihbaş di civîneke çapemeniyê de buhayê nû yê genim li gorî nirxê lîreyê Sûriyê li beramberî dolar, ragihand. Hevserokên Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li civînê bûn.

El-Mihbaş di destpêka axaftina xwe de behsa rewşa aborî ya zehmet kir ku herêm û Sûriyê bi giştî tê re derbas dibin, her wiha behsa cezayên ku bûne sedema paşdexistina aboriyê Sûriyê jî kir. El-Mihbaş wiha axivî: "Sûriye di rewşeke aborî ya zehmet û aloziyeke aborî re derbas dibe. Di 30`ê Gulanê de buhayê genim bi 225 lîreyan hatibû diyarkirin. Lê ji ber lîreyê Sûriyê li beramberî dolar kêm bûye, Rêveberiya Xweser buhayê genim kir 315 lîreyên Sûriyê."

El-Mihbaş wiha dewam kir: "Duh di civîna rêveberiyên xweser û 7 rêveberiyên sivîl yên girêdayî Rêveberiya Xweser de, ji bo buhayên genim hatibû lidarxistin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê  çavkaniya sereke ya qût a Sûriyê ye. Piraniya niştecihên herêmê ji xwe re weke çavkaniya jiyanê esas digirin. Ji ber wê jî gelek girîngî ji bo vê beşê hatiye dayîn û ji ber wê jî bi giştî hat erêkirin ku buhayê genim were guhertin."

El-Mihbaş da zanîn ku Rêveberiya Xweser nirxê genim li gorî guhartinên di nirxê dolar de diguherîne, lewma ji ber krîza aborî ya ku li Sûriyê rû dide zehmetiya wê dikişîne û ew jî beşek ji Sûriyê ne û kesê hikum li lîreyî dike hikumeta navendî ya li Şamê û cezayên aborî ne, di nav de Qanûna Qeyser ku lîreyê Sûriyê dike armanc û di dawiyê de Rêveberiya Xweser neçar ma nirxê genim biguherîne. Hevserokê Meclisa Rêveber wiha domand: "Eger niha nirxek ji bo genim were diyarkirin jî dê ji cotkaran re ne baş be, ji ber wê dê cudabûneke mezin di dema standin û wergirtina pereyên firotina hilberînê de hebe. Lewma me biryara diyarkirina bihayê nû hiştiye dema fatoreyên cotkaran derkevin û wê demê dê li gorî lîreyî were diyarkirin." 

El-Mihbaş di dawiya axaftina xwe de bang li hemû cotkaran kir ku hilberîna xwe bibin cihê wergirtina hilberînê da ku nirxê dawî yê kirîna genim diyar bibe.

(bx-eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bvU-YSkcEWg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>