Însiyatîfa Qahîreyê ya ji bo Lîbyayê… gelo dê Misir bi roleke aktîf rabe?

Serokê Misirê Abdulfetah El-Sîsî duh însiyatîfa ‘Peymana Qahîreyê’ piştî hevdîtina li gel serokê parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih û fermandarê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter, da destpêkirin.

Însiyatîfa Qahîreyê ya ji bo Lîbyayê… gelo dê Misir bi roleke aktîf rabe?
7 hezîran, 2020   08:17
QAHÎRE-EMANÎ EZAM

Naveroka Peymana Qahîreyê; rêzgirtina li hember tevahî kedên navneteweyî yên çareserkirina aloziya Lîbyayê di çarçoveya siyasî de, piştî 48 saetan agirbest li tevahî xaka Lîbyayê pêk were, jihevxistina milîsan, radestkirina çekan ji artêşa nîştimanî ya Lîbyayê re, derxistina çeteyên biyanî li derveyî welêt û temamkirina xebatên însiyatîfa 5+5 bi serkêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY).

Her wiha di peymanê de hate gotin ku divê garantiya wekhev li her sê herêmên Lîbyayê ji bo birêvebirina hikmê li Lîbyayê û pêkanîna hilbijartinan çêbe.

Însiyatîfa Misirê pêşwaziyeke mezin a navneteweyî girt, her wiha Fransa, Îmarat, Urdin, Behreyn û Parlamentoya Ereban pêşwaz kir, lê  hikumeta Wîfaq a Lîbyayê însiyatîf red kir.

'ROLA TIRKIYÊ LI HEMBER TEVAHÎ ÎNSIYATÎFAN ASTENG E'

Têkildarî mijarê, pisporê qanûnên navneteweyî ji Lîbyayê Mihemed Zibêdî destnîşan kir ku însiyatîfa Qahîreyê di encama destwerdana Tirkiyê ya bêserûber li kar û barên hundirîn ên Lîbyayê de, piştevaniya milîsan bi tevahî cureyên çekan û wergirtina gelek sekvanên amerîkî û topavêjên taybet ên NATO’yê, hat ragihandin.

Zibêdî ji ANHA’yê re daxuyand ku dewleta Tirk nêzî 12 hezar çeteyên sûrî anîn qada şer, her wiha keştiyên şer ji bo topbaranên hêzên çekdar ên Lîbyayê û navendên ewlehiyê bi kar anîn.

Mihemed Zibêdî bal kişand ser ku êdî rola dewleta Tirk eşkere ye û li hember her însiyatîfeke navneteweyî, jê jî civîna Berlînê disekine, ji lew re neteweya Ereb êdî mecbûr e ku çareyekê ji vê aloziyê re bibîne û li rex artêşa Lîbyayê bisekine, ji ber ku dewleteke Ereb bi destê dewleta Tirk tê hilweşandin.

Zibêdî diyar kir ku dewleta Tirk Bakurê Iraq û Bakurê Sûriyê dagir kir, niha dixwaze bakurê Lîbyayê jî dagir bike, her wiha bi vê gefan li ewlehiya nîştimanî ya Ereban dixwe.

'ROLA EREBAN PIŞTÎ ROJA DUŞEMÊ'

Pisporê qanûnên navneteweyî yê lîbyayî piştrast kir ku insiyatîfa Qahîreyê di cihê xwe de hat ku pirsgirêk li perava Lîbyayê kûrtir dibin, dê rola Ereban li Lîbyayê piştî duşema bê hebe û ev jî dê agirbestê pêk bîne.

Mihemed Zibêdî got serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û hikumeta Sîrac ev însiyatîf red kir, dê ji Ereban re gotina çareyê ji vê aloziyê re hebe, bi taybet jî ya Misirê.

Zibêdî destnîşan kir ku Misir bi hebûna milîs, çete, gefan, rêxistinên DAIŞ û El-Qaîdeyê û tevahî komên terorîst li ser sînorê xwe qebûl nake, dê bi wê re jî gotina bidawîkirina vê mijarê hebe, her wiha piranî dewletan li ser asta navneteweyî ev însiyatîf pêşwaz kir.

(fr)

ANHA