7 sal e aqûbeta dayik û kurê wê ne diyar e

Ji malbata Mihemed Silêman a ji taxa Şêxmeqsûdê du kes hatin revandin. Ev 7 sal e aqûbeta wan ne diyar e.

7 sal e aqûbeta dayik û kurê wê ne diyar e
7 sal e aqûbeta dayik û kurê wê ne diyar e
7 sal e aqûbeta dayik û kurê wê ne diyar e
7 hezîran, 2020   08:33
HELEB- SOLÎN REŞÎD – MIHEMED EBDO

Şerê li Sûriyê derbasî sala xwe ya 10‘an dibe ku bi xwe re gelek sûcên revandin, qetilkirin, îşkencekirin û koçberkirinê anîn. Xelkê Sûriyê heta niha azarên vî şerî dikişîne.

Malbata Mihemed Silêman a ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji van sûcan bê par nema. Du ferdên vê malbatê, dayika Ferîda Mihemed Reşîd û kurê wê Kawa Mihemed Silêman hatin revandin.

Keça Ferîda û xwişka Kawa yên revandî Şêraz Mihemed Silêman detayên revandina dayik û birayê xwe ji ANHA‘yê re parve kirin.

Malbata Mihemed Silêman li beşa rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê dijî. Di sala 2013‘an de dayik (Ferîda) saet 8‘ê sibehê ji bo tedawiyê diçe gel bijîşkê diranan li taxa Seken Şebabî, piştî du saetan ji çûyîna wê agahiya malbatê jê qut dibe.

Di wê demê de di navbera şervanên YPG/YPJ û komên çete de şer derdikeve û rêyên di navbera her du taxan de (Şêxmeqsûd û Seken Şebabî) qut dibin.

Piştî derbasbûna çend saetan Kawa diçe taxa Seken Şebabî da ku li dayika xwe bigere, lê ew jî winda dibe. Dema ku xwişka wî Şîraz bi telefonê lê digere çeteyek bersiv dide ,dibêje dayik û birayê wê li gel wan in.  Şîraz dibêje: "Saet 4‘ê êvarî birayê min Kawa diçe taxa Seken Şebab da ku rewşa dayê bipirse, dema digihêje wir telefona wî jê distînin û piştî 2 saetan agahiyên me jê qut dibin."

TERMÊN SIVÎLAN DI GORÊN KOMÎ DE WINDA BÛNE

Her çi qas ku malbat li windahiyên xwe geriya jî lê bê encam bû. Piştî salan ji windabûnê û belavbûna çîroka wan li taxê, welatiyek diçe gel malbatê, agahiyê dide wan ku dema dayika wan hate revandin, kurê wî yê ku dirûnkarî li taxa Seken Şebabî dikir jî hate revandin. Piştre agahiyên wefata kurê wî tên û dê biçe termê kurê xwe ji bajarokê Hirêtan bîne. Welatî ji Şêraz dixwaze ku pê re biçe da ku li wir li dayik û birayê xwe yên winda bigere, lê Şêraz ji tirsa ku ew jî were revandin, çûyînê red dike.

Şêraz wiha dibêje: "Parçeyek nasnameya wî û cilên kurê wî yên qetiyayî di goreke komî de hatin dîtin, wiha cenazeyê kurê xwe nas kir. Ew gora komî berê birkeke avê bû, çeteyan kir cihê komkirina cenazeyên sivîlan."

Agahî ji malbatê re hatin ku dayika Şêraz (Ferîda) di nexweşxaneya çavan de ye ku  çeteyên Cebhet El-Nusra kirin baregeha fermandariyê li taxên Helebê. Li ser vê agahiyê Şêraz bê teredud pirsa dayika xwe kir, çeteyan jê re got li gorên komî lê bigire.

Piştî demeke kurt, çeteyan agahiyek jê re şand ku dayika wê di metbexa amadekirina xwarinê ji revandiyan re de kar dike. Şêraz ji hin revandiyan ku hatin berdan, dibihîze ku çeteyan birayê wê bi guleyan li pêşiya çavê dayika wê qetil kir. Dayikê wê jî ku nexweşiya dil û şekir pê re hebû, piştî vê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.

Heta niha malbat ji vê agahiyê piştrast nebûyê û çavê wê li vegera dayik û kurê winda ye.

ANHA