PYD‘ê rewşa siyasî ji şêniyên Tirbespiyê re nirxand

Endamê Meclisa Giştî ya PYD‘ê Qehreman Mamed, diyar kir ku  Kurd beşekî sereke ji pêkhateyên Sûriyê ye, nabe were paşguhkir. Her wiha destnîşan kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê hîna windayî ye ji ber ku dewletên cîhanê û herêmên siyasetên xwe li ser rewşa Sûriyê ferz dikin.

PYD‘ê rewşa siyasî ji şêniyên Tirbespiyê re nirxand
6 hezîran, 2020   14:11
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) zêdecivînîn xwe yên nirxandina rewşa siyasî û aborî didomîne.

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi beşdarbûna bi dehan kesî civîneke hate lidarxistin.

Di civînê de endamê Meclisa Giştî ya Ciwanên PYD‘ê Qehreman Mamed axivî û got, hêzên biyanî û herêmî dixwazin herêmê parçe bikin û wê bixin rewşeke jihevxistî û bê îstîqrar.

Mamed diyar kir ku Kurd beşek sereke ji pêkhateyên Sûriyê ye ku nabe were paşguhkirin û ev tişt anî ziman: "Dewletên biyanî hewl dan kurdan bikin hêzeke girêdayî xwe neku hêzeke serbixwe be, lê nedikarî vê yekê bike. Nabe Kurd di çareserkirina aloziya Sûriyê de were dûrxistin."

Mamed her wiha destnîşan kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê hîna windayî ye ji ber ku dewletên cîhanê û herêmên siyasetên xwe li ser rewşa Sûriyê ferz dikin û got, her hewldanek çareserkirina aloziya Sûriyê divê Rêveberiya Xweser tê de beşdar be.

Qehreman Mamed bal kişand ser însyatîfa fermandarê QSD‘ê ya avakirina yekitiya kurdî û ev însyatîf bi rasteqîn û cidî bi nav kir.

Mamed girîngiya xurtkirina pergala leşkerî "QSD" destnîşan kir û got, her kesê ku bixwaze gelê herêmê biparêze dikare tev li QSD‘ê bibe.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_R2Mby0dUwQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>