Di roja 3‘yemîn a pêngavê de 12 çeteyên din hatin girtin

Pêngava Tunekirina Terorê di roja xwe ya 3‘yemîn de didome. Şervanên QSD‘ê 80 km li gundewarên Hesekê û Dêrazorê bi pêş de çûn û 12 çete girtin.

Di roja 3‘yemîn a pêngavê de 12 çeteyên din hatin girtin
6 hezîran, 2020   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanên QSD‘ê yên di Pêngava Tunekirina Terorê ya li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê de di roja sêyemîn a pêngavê de pêşdeçûnên xwe yên li gundewarên Hesekê û Dêrazorê didomînin.

Di nava 3 rojên pêngavê de şervanên QSD‘ê 80 km li gundewarên Hesekê û Dêrazorê û kûrbûna 60 km bi pêş de çûn.

12 ÇETE HATIN GIRTIN

Di roja sêyemîn a pêngavê de 12 çeteyên DAIŞ‘ê hatin girtin. Girtin li ser aganiyên îstîxbaratî û hevkariya şêniyan pêk tê. Bi vê yekê hejmara çeteyên ku di 3 rojên pêngavê de hatin girtin bû 42.

FERMANDARÊ QSD: ŞÊNIYÊ BI HÊZÊN ME RE TEVKAR IN

Ji fermandarên Hêzên Komandos ê QSD‘ê Reşo Hilinc ê ku beşdarî pêngavê bûye diyar kir ku şênî bi şervanên QSD‘ê re alîkar in, agahiyên derbarê cihên çeteyan de didin şervanan.

Hilinc diyar kir ku pêngav berdewam e heta bighêje çemê Firatê.

Her wiha miqdarek çek û alavên çeteyên hatin girtin ketin destê şervanan

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/L2nUUmqC8lo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>