Nerazîbûnên li dijî sûcên dewleta Tirk didomin

Meclisa Giştî ya PYD`ê û Meclisa Giştî ya Dada Jin li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi daxuyaniyên cûda nerazîbûn nîşanî sûcên dewleta Tirk ên li dijî kurdan û gotin, Tirkiyê hewl dide îrade gelê Kurd bişkîne û wî qir bike û fikrên demokratîk dorpêç bike.

Nerazîbûnên li dijî sûcên dewleta Tirk didomin
6 hezîran, 2020   13:46
HELEB

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca şikenandina îradeya gelê kurd û qirkirina wî li Bakurê Kurdistanê, kiriyar û sûcên dermirovî li dijî gelê kurd û parlementerên kurd, didomîne.

Di vê der barê de Meclisa Giştî ya PYD`ê û Meclisa Giştî ya Dada Jin li taxa Şêxmeqsûd daxuyaniyên cûda da. Di daxuyaniyan de sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd ê li Bakur Kurdistanê hat şermezarkirin.

Di dema xwendina daxuyaniya PYD‘ê de bi dehan endamên PYD`ê û alîgirên wê amade bûn. Daxuyanî ji aliyê endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Bedran Hemo li pêşiya navenda meclisê ya li taxa Şêxmeqsûd hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk hewl dide îradeya gelê Kurd bişkîne û wî qir bike, ji ber wê jî Rêber Abdullah Ocalan, parlementer û siyasetmedarên kurd dîl girt, armanca wê ku fikrên demokratîk û azad dorpêç bike.

Hemo bêdengiya cîhanê ya li hemberî sûcên rejîma Tirk şermezar kir û got ev bêdengî rewabûnê dide qirkirina kurdan.

Her wiha hat diyarkirin ku girtina parlementeran di serî de Leyla Guven ji aliyê dewleta Tirk ve şaneyeke reş li ser eniya mirovahiyê.

Daxuyaniya Meclisa Dada Jin bi amadebûna bi dehan jin jî ji aliyê rêvebera Meclisa Dada Jin Şêrîn Hec Yûsif ve hat xwendin.

Şêrîn Hec Yûsif destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk ênli Efrîn û Serêkaniyê îradeya gel, bi taybet îradeya jinê dike armanc. Her wiha anî ziman ku sûc li pêşiya çavên tevahî cîhan û civaka navnetewî tê kirin bêyî ku tu kes wan bixe asta sûcên li dijî mirovahiyê.

Şêrîn Hec Yûsif anî ziman ku girtina hemû saziyên jinan ên Bakurê Kurdistanê delîlê ku dewleta erdoganî ji îradeya jin û gelan ditirse û got: "Betalkirina endamtiya wan û girtina wan binpêkirinek li dijî gelan e."

Şêrîn Hec Yûsif di dawiya daxuyaniyê de got: "Em di edaletê jinê de kiryarên der exaqlî û dermirovî şermezar dikin. Em bang li rêxisitnên hiqûqî û yên jinan dikin bi lez destwerdanê bikin û binpêkirinên şofonî rawestînin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nrzydGRSQTg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>