Meclisa kantona Girê Spî: Divê dagirker girtiyan serbest berde

Meclisa Kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên dermirovî li dijî şêniyên herêmên dagirkî, şermezar kir. Meclisê bang li civaka navnetewî kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku kesên hatine revandin serbest berde.

Meclisa kantona Girê Spî: Divê dagirker girtiyan serbest berde
6 hezîran, 2020   11:25
EYN ÎSA

Daxuyanî ji aliyê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nibo ve hat xwendin. Endamên komîte û saziyên meclisa kantona û navçeya Eyn Îsa tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Meclisê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê, kiriyarên dermirovî û revandina jinan li herêmên dagirkî, şermezar kir.

Meclisê got ew ji ber bêdengiya navnetewî der barê kiriyarên dewleta Tirk û pêkanîna sûcên herî qirêj li dijî gelê herêmê ji kuştin, revandin, girtin, koçberkirin û talankirina mal û milkan matmayî ne.

Di daxuyaniya meclisê de hat tekezkirin ku desekê didin tevgera gelêrî û xwepêşandanên şêniyên bajarê Girê Spî ku duh hat lidarxitin, bangên ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarê wan.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li NY`yê û geranetora Rûsî kir ku zextê li Tirkiyê bike da girtiyan ji girtîgehên xwe û yên çeteyan serbeset berde û zilma li ser şêniyan, rake.

Di dawiyê de meclisê îşaret bi têkoşîna QSD`ê di parastina sînor li hember berjewendiyên dewleta Tirk û berdewamiya têkoşîna wê li dijî şaneyên DAIŞ`ê ku destekê ji Tirkiyê digrin û dixwazin aramî û ewlehiya herêmê tevlî hev bikin, kir.

 bx

ANHA