Hêzên hikumeta Sûriyê li dijî  herêmên "bê çek" êrişeke dijwar pêk tîne

Îro hêzên hikumeta Sûriyê êrişek dijwar di saetên sibê de li ser başûrê gundewarê Idlibê pêk anî.

Hêzên hikumeta Sûriyê li dijî  herêmên "bê çek" êrişeke dijwar pêk tîne
6 hezîran, 2020   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafê Mirova(SOHR) got hêzên hikumeta Sûriyê li eniya Filêfl û El-Salhiyê ya li başûrê gundewarê Idilbê êrişk dijwar pêk anî.

SOHR`ê ragihand ku şerên giran di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker heta saetên sibê dewam kir.

SOHR`ê destnîşan kir ku ji her du aliyan birîndar û kuştî hene.

Ji aliyekî din ve jî, hêzên hikumetê herêmên Cebel El-Zawiyê ya başûrê Idlibê û Sehil El-Xab ên bakur rojavayê bejahiya Hemayê topbaran kir.