Li Minbicê 250 hektar zevî şewitîn

Li gorî Foca Agirkujiyê ya bajarê Minbicê ji destpêka mewsimê çinînê yê îsal ve 250 hekar zeviyên genim û ceh şewitiye. Foca Agirujiyê banga zêdekirina hişyariyê li şêniyan kir.

Li Minbicê 250 hektar zevî şewitîn
6 hezîran, 2020   07:59
MINBIC

Tîma Foca Agirkujiyê ya bajarê Minbicê di dirêjeya dema mewsimê çinîna zeviyan de di nava seferberiyê de ye.

Ji bo naskirina kar û xebatê tîma agirkujiyê ya bajar û gundewarê Minbic, ji endamên tîmê Telal El-Hemîdî ji ANHA‘yê re axivî.

Telal El Hemîdî mekanîzmeya karê Focên Agirkujiyê ya li Minbicê eşkere kir û da zanîn ku ew agahiyan li ser numreya telefonê 0981600930 digirin eger bûyerek hebê an na û tîmên agirkujiyê 24 saetan kar dikin.

El-Hemîdî destnîşan kir ku hin caran li bejahiya Minbicê hin astengiyan dibînin, ji ber ku ku di navbera bajar û gundewarên minbicê ji hemû aliyan ve, 20 km heye û 10 deqe pêwîst dike, heta agirkujên wan xwe bigihînin û wiha domand:"Ji ber vê agir belav dike û mirov nikare agir kontrol bike."

El-Hemîdî anî ziman ku 250 hektar ji zeviyên genim û ceh îsal şewitîn û wiha domand: "Li gundewarên bakur û rojava û başûrê bajar, em astengî di vemirandina şewatê de dibînin. Ji ber ku rê piraniya xwe ne baş in û xeter in û em rastî gulebaranê tên."

El-Hemîdî bibîr xist ku divê alîkarî bi tîmên Foca Agirkujiyê re bibin alîkar û bi balder tevbigerin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kWMV_Vx_VgY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>