Dergeha Sêmalkayê sibê pêşwaziya şêniyên Rojava ku li Başûr asê mane dike

Rêveberiya Dergeha Sêmalkayê ji 7 Hezîranê ve dê pêşwaziya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li Başûrê Kurdistanê asê mane bike.

Dergeha Sêmalkayê sibê pêşwaziya şêniyên Rojava ku li Başûr asê mane dike
6 hezîran, 2020   09:52
QAMIŞLO

Rêveberiya Dergeha Sêmalkayê li ser rûpela xwe ya fermi ya facbookê ragihand ku şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li Başûrê Kurdistanê asê mane dikarin vegerin cih û warên xwe.

Rêveberiyê ragihand ku kesên ji ber nexweşiyê yan jî haletên mirovî serdana Başûrê Kurdistanê kirine dikarin ji sibe 7 Hezîranê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.

Rêveberiya dema bidawîbûna vê biryarê diyar nekir.

Cara yekemîn di 14 meha Adara 2019`an, dergehê Sêmalka ji ber Koronavîrusê hatibû girtin, paşê 27 Gulanê ji bo vegera şêniyan hate vekirin û piştî hikumeta Başûr dema qedexeya derketina derve dirêj kir carake din hate girtin.

(eh)

ANHA