Kongreya Star spasiya kar û xebata HPC`e kir

Endamên Kongreya Star a kantona Hesekê spasiya keda HPC`e di parastina zeviyan ji bûyerên şewatê kirin.

Kongreya Star spasiya kar û xebata HPC`e kir
Kongreya Star spasiya kar û xebata HPC`e kir
Kongreya Star spasiya kar û xebata HPC`e kir
Kongreya Star spasiya kar û xebata HPC`e kir
Kongreya Star spasiya kar û xebata HPC`e kir
Kongreya Star spasiya kar û xebata HPC`e kir
6 hezîran, 2020   08:09
HESEKÊ

Par rûbereke pir mezin ji zeviyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewitî û li gorî detayên Rêveberiya Xweser 19 milyar lîreya sûrî bû xisar.

Îsal da ku heman bûyer dubare nebe, Hêzên Parastina Civakî (HPC) parastina zeviyan kirin.

Bi hezaran hêzên HPC`ê li seranserî rêyên giştî û di nava tavahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûn.

Bi armanca spasiya kar û xebata Hêzên HPC`ê, endamên Kongreya Star a kantona Hesekê serdana nuqteyan kirin û şêranî dan endaman.

Li ser navê Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Başo axivî û got:"Ev du salin kesên xwe firoş zeviyan dişewitînin û armanca wan ji vê yekê derbekirina aboriya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê bi saya ked û xebata tê kirin em ê parastina zeviyên xwe bikin."

(eh)

ANHA