QSD‘ê cardin dewreyên perwerdeyê da destpêkirin

Hêzên Sûriya Demokraîtk (QSD) ji ber pandeniya Koronavîrusê navber dabû perwerdeyên leşkerî. Dewreyên perwerdeyê îro dîsa dest pê kirin.

QSD‘ê cardin dewreyên perwerdeyê da destpêkirin
QSD‘ê cardin dewreyên perwerdeyê da destpêkirin
QSD‘ê cardin dewreyên perwerdeyê da destpêkirin
QSD‘ê cardin dewreyên perwerdeyê da destpêkirin
QSD‘ê cardin dewreyên perwerdeyê da destpêkirin
2 hezîran, 2020   17:34
REQA

Li Navenda Perwerdeya Navendî ya girêdayî QSD‘ê ya li herêma El-Kesrat a başûrê bajarê Reqayê bi merasîmekê 5 dewreyên perwerdeya leşkerî hatin destpêkirin. Dewreyek taybet ji bo jinên di nava QSD‘ê de ye.

Gelek fermandarên leşkerî, nûnerên rêveberiyên sivîl û xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêx û rûspiyên êlên herêmê û endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê tev li merasîma vekirina dewreyan bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre ji fermandarê QSD‘ê Heqî Kobanê axivî û vekirina dewreyan li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya şervanên ku tev li dewreyan bûne pîroz kirin. Heqî Kobanê şervanên tev li dewreyan bûne muxateb girt û got: "Berpirsyarek mezin ji bo parastina ax, gel û destkeftiyên ku bi saya xwîna hevalên we yên şehîd hatine bidestixin, dikevin ser milên we. "

Di dawiyê de şervanan sonda leşkerî xwarin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/n0FUt7c8QgU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>