Hunermendan nerazîbûn nîşanî qetilkirina Barîş Çakan dan

 Hunermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kuştina ciwanê Kurd Bariş Çakan şermezar kirin û gotin: "Êrişa li dijî Barîş Cakan bûyerek ne ji rêzê ye, lê belê encamên zihniyeta şofonî ya  dewleta Tirk a li dijî ziman, çand û keveşopiya kurdî."

Hunermendan nerazîbûn nîşanî qetilkirina Barîş Çakan dan
2 hezîran, 2020   16:17
QAMIŞLO

Ciwanê Kurd Barîş Çakan (20) duh li Enqere ji ber ku li stranên kurdî guhdar dikir ji aliyê 3 kesan ve hate qetilkirin.

Bi dehan hunermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina qetilkirina Çakan li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo kom bûn û daxuyaniyek ji raya giştî re parve kirin.

Hevserokê Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehmed Çetelê daxuyanî xwend.

Çetelê anî ziman ku qetilkirina Barîş Çakan bûyereke ne ji rêzê ye, lê belê encamên zihniyeta şofonî ya dewleta Tirk  e ya ku xwe li ser esasî qirkirin û tunekirina gelan ava kiriye.

Çetelê got, dewleta Tirk di siyasetên xwe yên qirêj de berdewam e, bi mîna vê kiryara rastiya siyaseta şofonîst a dewleta Tirk a li dijî ziman, çand û kevneşopiya kurdî ji her kesî re eşkere dibe.

Ehmed Çetekê destnîşan kir ku li dijî gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê kiryarên nejanperstî di aliyê ziman, çand, polîtîka, rêveberî, huner û ragihand û kesên ku banga azadiyê dikin de tên kirin.

Çetelê bi navê hunermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî û tevahî hunermend û rewşenbîrên li Kurdistanê û cîhanê kir ku helwesta xwe li hemberî siyasetên nejadperestî diyar bikin ku Tirkiyê li dijî gelê Kurd pêk tîne.

Ehmed Çetelê di dawî de got: "Em hunermendên Rojava teqez dikin ku em ê bi zimanê xwe binîvisînin, bixwînin û bistirên ta xewnên Barîş Çakan û hemû şehîdên azadiyê bicih bînin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uVVi-8gqH_s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>