Hêzên dagirker şewitandina mal û milkên sivîlan didomînin

Leşkerên Tirk careke din agir berdan zeviyên çandiniyê û malên sivîlan ên li gundên Til Temirê.

Hêzên dagirker şewitandina mal û milkên sivîlan didomînin
Hêzên dagirker şewitandina mal û milkên sivîlan didomînin
Hêzên dagirker şewitandina mal û milkên sivîlan didomînin
Hêzên dagirker şewitandina mal û milkên sivîlan didomînin
2 hezîran, 2020   15:52
HESEKÊ

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hedefkirina rizqê sivîlan didomînin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ji baregeha ku li ser girê Amiriyê yê başûrê rojavayê Til Temirê a li ser rêya M4 ava kirine, agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên Amiriyê, Erbihîn û Lêlan xistin. Ji ber ba şewat ber fireh dibe.

Şêniyê bi navê Ehmed Îbrahîm ê ji gundê Gozeliyê yê li ser rêya M4 got: "Şewat ji nêzî baregeha Tirkiyê ya li ser rêya M4 dest pê kir û belavî gundên derdorê bû. Di encamê de hejmarek mezin ji malên sivîlan û darên wan şewitîn."

Îbrahîm diyar kir ku artêşa dagirker û çeteyên wê, sivîlên ku hewl didin şewatê vemirînin dikin hedef û ev tişt anî ziman: "Artêşa Tirk û çeteyên wê mafên sivîlan binpê dikin, milkên wan talan dikin û zeviyên wan dişewitînin."

ANHA