Çeteyekî Sûrî li Lîbyayê: Tirkiyê dest ji me berdaye

Çeteyekî Sûrî ku li Lîbyayê şer dike, diyar dike ku Tirkiyê dest ji wan berdaye û sozên xwe bicih naîne.

Çeteyekî Sûrî li Lîbyayê: Tirkiyê dest ji me berdaye
2 hezîran, 2020   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteykî Sûrî girêdayî koma "Furqet El-Hemzat" bi rêya peyameke deng  ku buroya Berdevkê Fermandarê Giştî ya Hêzên Çekdar ên Lîbyayê weşandiye banga xilaskirina sûriyên ku artêşa Tirk ew ji bo şer şandina Lîbyayê dike û dibêje ku ew li herêma Eyn Zara ya başûrê Terablusê şer dikin.

Çete dibêje ku Tirkiyê dest ji wan berdaye, li gorî peymanê mayîna wan a li Lîbyayê 3 meh in, lê bûye nêzî 6 mehan li Lîbyayê ne bêyî ku kes wan guhdar bike. Dîsa diyar dike ku li gorî peymanê divê her çekdarek 2 hezar dolar bistînin, lê heta niha tenê 6 hezar lîreyên Tirkî standine.

Her wiha çeteyê Sûrî tîne ziman ku Tirkiyê ew bi pereyan bi kar tîne û diyar kir ku gelek kuştî û birîndarên wan çêbûne.

Çete eşkere kir ku Tirkiyê soza xwe ya şandina çek û alavan û wekî din ji bo wan bicih neaîne.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WmCZt0iGZoM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>