Komeke çekdar a Etiyopyayê efserekî Sûdanê kuşt

Di encama êrişa komên ji Etiyopyayê ya li ser sînorê Sûdanê de, efserekî artêşa Sûdanê hat kuştin, her wiha hejmareke leşker û sivîl jî birîndar bûn.

Komeke çekdar a Etiyopyayê efserekî Sûdanê kuşt
29 gulan, 2020   09:09
NAVEDA NÛÇEYAN

Reutersê daxuyand ku duh komên Etiyopyayê yên li ser sînorê Sûdanê efserekî artêşa Sûdanê kuşt û hejmareke leşker û sivîl jî birîndar kirin.

Resutersê ragihand ku li ser sînorê Sûdan-Etiyopyayê li wîlayeta Qedarif nakokiyên nû di encama derbasbûna hêzeke ji komên Etyopiyayê de derketin. Her wiha wan koman zirar gihand dezgehên çandiniyê yên li herêma Birketa Norîn û gundê Firsan, li aliyekî din jî di navbera hêzên leşkerî yên Sûdanê û wan de li baregeha Birketa Norîn şer derket.

Di encama şer de fermandarê hêza Sûdanê hat kuştin, her wiha hejmarek ji leşker û sivîlan jî birîndar bûn.