Balafirên artêşa Lîbyayê navendên hikumeta Wîfaq hedef digirin

Vê berbangê balafirên artêşa Lîbyayê nuqteyên hikumeta Wîfaqê yên li derdora Ebo Qerîn a li rojhilatê Mesratayê hedef girtin, li gel wê jî artêşê firokeyeke bêpîlot a dewleta Tirk li başûrê Terablusê xist xwarê.

Balafirên artêşa Lîbyayê navendên hikumeta Wîfaq hedef digirin
29 gulan, 2020   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di navbera hêzên artêşa Lîbyayê û hikumeta Wîfaqê de li gelek nuqteyên li başûrê Terablusê şerekî dijwar rû da, her wiha sîstema parastinê ya artêşê firokeyeke bêpîlot a Tirkiyê rûxand.

Di navbera her du aliyan de bi çekên giran şer li derdora Remla, Eyn Zara, Wadî Rebî û Xelatat ên li başûrê Terablusê piştî serweriya artêşê li ser Karîzma û pêşdeçûna ber bi balafirgehê ve, rû da. Di heman demê de çavkaniyên leşkerî daxuyand ku gelek ketîbeyên leşkerî û sîstemên parastina asîmanî ber bi bajarê Mesratayê ve çûn.

Çavkaniyan ji tora El-Erebiye Net re diyar kir ku li taxên başûrê Terablusê şer bi çekên giran rû da û firokeyên bêpîlot ên dewleta Tirk li asîmanê Terablusê digerîn.

Tora El-Erebiye Net daxuyand ku di navbera artêşa Lîbyayê û milîsên girêdayî hikumeta Wîfaq a bi piştevaniya çeteyên sûrî de, li herêmên Wadî Rebî, Eyn Zara, rêya balafirgehê û Remla şerekî dijwar rû da.

(fr)

ANHA