‘50 çeteyên DAIŞ’ê li Lîbyayê şer dikin’

SOHR’ê piştrast kir ku ji nava çeteyên ji Sûriyê ku dewleta Tirk ji bo şer şandine Lîbyayê, komeke ji 50 çeteyên DAIŞ’ê heye.

‘50 çeteyên DAIŞ’ê li Lîbyayê şer dikin’
29 gulan, 2020   07:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ji çavkaniyan ragihand ku ketîbeyek ji 50 DAIŞ’iyan bi serkêşiya çeteyekî DAIŞ’î yê ji Humisê, ji bo şerê li gel hikumeta Wîfaq derbasî Lîbyayê bûn.

Çeteyê ku serkêşiya wê komê dike, serçeteyê berê yê dema ku DAIŞ’ê bajarê Humisê dagir kiribû û piştî hilweşîna DAIŞ’ê li Dêrazorê, tev li Cebhet El-Nusra bû û berê xwe da herêma Efrînê ya ku dewleta Tirk a dagirker dagir kiriye û piştre tevî 49 çeteyên DAIŞ’ê berê xwe da Lîbyayê da ku li rex hikumeta Wîfaq şer bike.

Artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ragihandibû ku Mihemed Riwêdanî (Ebî Bekir Riwêdanî yan jî Biwêdanî) ku ji xeternaktirîn çeteyên DAIŞ’ê yê ji Sûriyê ye û çûye Lîbyayê, girtiye.

Ev jî li gel bangên navneteweyî yên rawestandina destwerdanên derve li rewşa Lîbyayê, pêk hat.

Ji çend mehan ve dewleta Tirk bi mebest çeteyên sûrî ji bakurê Sûriyê dişîne Terablusê da ku li gel hikumeta Wîfaqê li dijî artêşa Lîbyayê şer bikin.

(fr)

ANHA