Rojeva rojnameyên erebî – 29 Gulan

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser rewşa Sûriyê, plana Tirkiyê ya veguherandina baregeha El-Wetiyê ya jêdera çeteyan û gefên milîsan ji Kazimî re beriya vekirina dosyayê di dan û standina bi Washingtonê re.

Rojeva rojnameyên erebî – 29 Gulan
29 gulan, 2020   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: RÛSYA ALAVÊN XWE YÊN SIYASÎ LI SÛRIYÊ JI BER KÊMASIYÊN ÇAREYÊN LEŞKERÎ, AKTÎF DIKE

Têkildarî mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Bi erkdarkirina serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a balyozê Moskovê li Şamê Aleksander Yefîmov re wek nûnerê serokatiyê yê taybet ji pêşketinên têkiliyan bi Sûriyê re di vê dema dawîn de mijareke girîng e, nexasim jî ev pêngav bi nîşaneyên guhartina Rûsyayê ya siyaseta xwe der barê aloziya Sûriyê de, pêk hatin.

Ev erkdarî jî destwerdanên balyozê rûsî li biryarên rejîma Sûriyê, nexasim jî ya aboriyê bi nêzbûna pêkanîna ‘Qanûna Qeyser’ a Amerîkayê re geş dike.

Armanca Qanûna Qeyser ku dê destpêka meha bê pêk were, fişara aboriyê li dijî rejîma Esed zêde bike û nakokiya di navbera Esed û Mexlûf de ku aboriya Sûriyê kontrol dikin, biteqîne.

Rûsya ji hilweşîna destkeftiyên ku ji destpêka destwerdana wê li Sûriyê di 2015’an de ditirse û dixwaze alavên xwe yên leşkerî bi siyaseta li ser erdê aşle bike.

Berdevkê desteya bilind a dan û standinê Yehya Erîdî der barê sedema erkdarkirina Moskovê ya Aleksander Yefîmov de ku têkiliya bi Sûriyê geş dike, bi guman e. Her wiha pirs kir ku gelo hewcedariya her du aliyan bi zêdekirina têkiliyên bi Moskovê re heye, ji ber Moskov parêzvanê rejîm û piştevaniya wê ya sereke ye, ew jî bi rêya helwestên wê li NY’yê û sekna li hember 14 projeyên şermezarkirina Esed an jî destwerdana wê ya leşkerî ya yekser e.

EL-BEYAN: TIRKIYE PLAN DIKE KU BAREGEHA EL-WETIYÊ VEGERÎNE JÊDERA TERORÎSTAN

Der heqê Lîbyayê de rojnameya El-Beyan li ser zimanê çavkaniyan wiha nivîsî: "Dewleta Tirk plan dike ku baregeha El-Wetiyê ya asîmanî vegerîne navenda derbasbûna terorîstan ji Lîbya ber bi Tunisê ve, nexasim Enqere di şandina terorîstan ji bo dewletên herêmê de pispor e mîna çawa li Sûriyê pêk tê.

Çavkaniyan aşkera kir ku dewleta Tirk plan dike ku baregeha El-Wetiyê ya Lîbyayê vegerîne kanî û navenda çekdaran, bi taybet ên ji Sûriyê û Iraqê tên şandin, ew jî piştî ragihandina artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ya ragihandina serweriya li herêmên Kazîrma û Koberî yên li başûrê Terablusê pêk hat.

Çavkaniyan diyar kir ku dewleta Tirk ji têkiliya bi koma Îxwan a li Tunisê re derfet digire ku xaka Tunisê wek dergeha derbaskirina çek û çeteyan ji bo piştevaniya hikumeta El-Wîfaq li hember artêşa Lîbyayê bi kar tîne. Her wiha Cezaîrê hişyarî li ser  şandina çekan ber bi Lîbyayê ve da ku binpêkirina biryarên navdewletî ye. Wezîrê karên derve yê Cezaîrê Sebrî Boqadom daxuyand ku derbaskirina çekan ji Lîbyayê re bû piştevaniya biçekkirina komên terorîst ku gefan li ewlehiya herêmê dixwin.

ŞERQ EL-EWSAT: DESTHILATA FILISTÎNÊ DERÎ LI PÊŞIYA ÎNSIYATÎFA AŞTIYÊ VEKIRÎ HIŞT

Rojnameya Şerq El-Ewsat bal kişand ser rewşa Filistînê û wiha nivîsand: "Tevî serokê Filistînê Mehmûd Ebas biryara xelaskirina hemû hevpeymanên bi Îsraîlê re da, lê rayedarên Filistînê got desthilatê ji bo însiyatîfa mîsogerkirina aştiyê derî vekirî hiştiye.

Serokwezîrê Filistînê Mihemed Aştiyê di hevdîtina li gel çend endamên parlamentoyê de (vîdeokonferans)  piştrast kir ku bi serkêşiya navdewletî ya piralî ku hêzên navdewletî serkêşiya wê dikin, ji ber pêkanîna aştiyê hebûna navbeynkariyeke baş, rêgezên hevbeş û hevkarekî cidî dixwaze, deriyê însiyatîfên bi armanca zindîkirina aştiyê vekirî hiştiye. Her wiha Îsraîl hemû hevpeymanên îmzekirî binpê kirin, lewma ew nikarin hevpeymanên yekalî berdewam bikin.   

Desthilata Filistînê di vê demê de peywendiya cidî bi hemû dewletên cîhanê re datîne û hewl dide planên Îsraîlê yên dagirkirina parçeyên Difa El-Xerbiyê asteng bike, ji ber ev plan bi xwe gefan li projeya siyasî û desthilatê dixwe.” 

EL-EREB: GEFÊN MILÎSAN BERIYA DOSYA VEBE DIGIHÊJIN KAZIMÎ

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Çavkaniyên dîplomatîk kifş kir ku rewşa komên Iraqê yên çekdar ên ku têkiliya wan bi Îranê re heye, di dan û standinên pêşbînkirî yên di navbera Washington û Bexdayê de xaleke bingehîn e.

Çavkaniyan li Bexdayê ji nûçegihanê El-Ereb re bi bîr xist ku wezaretên her du welatan bi rastî jî têkildarî birêxistinkirina kar û xebata diyalogan dest bi pevguherîna hûrgiliyan kiriye, her wiha destnîşan kir ku koma iraqî ya bi însiyatîfa dan û standinê rabûye, dê nûnertiya pêkhateyên şîe, sunnî û Kurdan di ber çavan re derbas bike.

Piştî şîe di Çileya derbasbûyî de der barê derxistina hêzên Amerîkayê ji welat de dengê xwe da parlamantoyê, Iraqê bi armanca diyarkirina têkiliya bi DYA`yê re dê di nîvê meha bê de dan û standinan bi pêş bixe.

Serokê komeke milîsên Iraqê yên alîgirên Îranê beriya ku dan û standin bi DYA`yê re çêbe, hikumet li ser jibîrkirina malbatên şehîdan û berdêlan hişyar kir.  Serokê milîsên tûgaya Seyîd El-Şuheda Ebû Elaa El-Welaî anî ziman ku dan û standina di navbera Iraq û DYA`yê de dê di nêzîktirîn demê de çêbe û bang li aliyê Iraqê kir ku amerîkiyan ji Iraqê derxin û hevjînên şehîdan bi bîr bînin, lê heke vê yekê bi cih neyne, dê xayîn be. 

Ebû Welaî xîtabî aliyê Iraqê û hikumeta Kazimî kir ku heke hebûna Amerîkayê li Iraqê heq bibîne, ew xayîn e.”

 (fr-eh)