Çareseriyên demkî ji bo çareserkirina pirsgirêka veguhêzên kehrebeyê

Gerînendeya Avê ya kantona Qamişlo bi awayekî demkî dest bi çareserkirina pirsgirêkên veguhêzên kehrebeyê kir. Her wiha komîteyek ava kir da ku şêniyan ji xeteriya dizîna veguhêzên kehrebeyê hişyar bikin.

Çareseriyên demkî ji bo çareserkirina pirsgirêka veguhêzên kehrebeyê
29 gulan, 2020   05:36
QAMIŞLO

Gerînendeya Avê ya kantona Qamişlo li taxa Hilîliyê ji derdora salekê ve zêdegaviyên li ser veguhêzên kehrebeya jêderên avê ji hêla xwediyên kargeh û şêniyên nêzî wê, zeft kirin. Ji ber reftariya wan a ne berpirs, jêderên avê telef bûn û av li ser şêniyan qut bû.

Gerînendeya Avê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê komîteyek ava kir. Ev komîte şêniyan bi asta xeteriyên van zêdegaviyan li ser qutkirina avê û telefbûna jêderên avê dide nasîn.

Endamê rêveber ê beşa stasyonan a gerînendeyê Biyar Ebdulrehman diyar kir ku ji ber van zêdegaviyan, xisarên mezin çêbûne, veguhêz û xetasên avê telef bûne. Ebdulrehman wiha domand: "Gerînendeyê bi lez mudexele kir, çareseriyên demkî danîn ji bo ku rê li pêşiya van zêdegaviyan bigire."

Ebdulrehman destnîşan kir ku gerînendeyê pirsgirêka 3 veguhêzên kehrebeyê ji bingeha 16 çareser kiriye. Tabloyên kontrolkirina wan veguhêzan danîn da ku asta zêdegaviyan tune bike.

Ebdulrehman bang li Desteya Enerjiyê ya herêma Cizîrê kir ku desteka pêwîst ji wan re pêşkêş bikin da ku veguhêzên din restore bikin. Desteya Enerjiyê jî rave kir ku ew amadeya tevahiya xebatên pêwîst ji Gerînendeya Avê re pêşkêş bike, ger bi awayekî fermî jê re raporek girêdayî pirsgirêkê şand.

Di heman mijarê de Ebdulrehman îşaretpê kir ku Gerînendeya Avê komîteyek pirsporê rastkirina tevahiya veguhêzên kehrebeyê yên kevin ava kiriye.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eCG0ks7meB8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>