Rojnamegerekî lîbî: Lîbî binpêkirinên çeteyên Erdogan red dikin

Rojnamegerê lîbî û serokê Saziya Bernîq a Çapemeniyê Elî Bin Cabir got: “ Hemû şêniyên Lîbyayê binpêkirinên çeteyên Erdogan red dikin û piştevaniyê didin Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê.”

Rojnamegerekî lîbî: Lîbî binpêkirinên çeteyên Erdogan red dikin
29 gulan, 2020   05:14
QAHÎRE – EMANÎ EZAM

Rojnamegerê lîbî û serokê Saziya Bernîq a Çapemeniyê Elî Bin Cabir li ser rewşa Lîbyayê ji ANHA‘yê re axivî.

Bin Cabir di destpêka axaftina xwe de got: “Piştî ku milîsên li Terablusê banga agirbestê red kirin, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ê Lîbyayê Xelîfe Hefet got, hêzên çekdar ên Lîbyayê dê şerê mêtingeriya Tirk a ku çavê xwe berdaye berhemên welat bike heta wê destvala vegerîne."

Bin Cabir diyar kir ku tevahî şêniyên Lîbyayê bertek nîşanî zêdegaviyên rejîma Tirk ên binpêkirina biryara navnetewî ya qedexeya derbaskirina çekan ji bo Lîbyayê didin û got: "Tirkiye biryarên navnetewî binpê dike û şandina çekdarên terorîst û çeteyên  sûrî ji bo Lîbyayê didomîne."

Elî Bin Cabir destnîşan kir ku di du rojên dawî de, piştî ku artêşa Lîbyayê çeka esmanî derbasî qada şer kir milîsên hikûmeta Wîfaqê dest bi qirînê kirin.

Mûdîrê Rêveberiya Perspektîfên Manewî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xalid El-Mehcûb êvara Pêncşemê gotibû, Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê operasyonên esmanî li dijî baregehên terorîstan û depoyên cebilxaneyên Tirkiyê yên li herêma Tacûra ya paytexta Lîbyayê Terablusê pêk anîn.

El-Mehcûb diyar kir ku derbeyên li dijî baregeha leşkerî ya Rehba Dirû ya girêdayî terorîstên "Beşîr Beqera" yê alîkarê DAIŞ li Lîbyayê  û cih ji fermandarên rêxistina terorîst li Tacûrayê dabîn dike"Zelal" bûn.

Her wiha destnîşan kir ku di derbeyên li geliya Rebî ya Terablusê de 3 fermandarên meydanî yên girêdayî milîsiyan hatin kuştin û kerwanekî çeteyên li eniya Eyn Zara ya başûrê Cerablusê hate rûxandin.

El-Mehcûb anî ziman ku hêzên çekdar ên Lîbyayê li eniya başûrê Terablusê "hewldanek nû ya milîsan şikand, di encamê fermandarê milîsê bi navê Hekîm El-Zewawî" hate kuştin.

ANHA