​​​​​​​Berpirsekî YE: Heya ji me were em ê nehêlin sînaryoya Sûriyê li Lîbyayê dûbare bibe

Berpirsekî di YE‘yê diyar kir ku heya ji wan were ew ê nehêlin sînaryoya Sûriyê li Lîbyayê dûbare bibe û got, YE‘yê  ne bi çareseriya leşkerî ji bo aloziya Lîbyayê re ye.

​​​​​​​Berpirsekî YE: Heya ji me were em ê nehêlin sînaryoya Sûriyê li Lîbyayê dûbare bibe
28 gulan, 2020   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan ya "Interfax" li ser zimanê berpirsekî Yekitiya Ewropayê ku nexwest navê xwe eşkere bike got: " Lîbyayê her ku diçe vediguhere şanogeha şerê bi wekîlan. Ev yek fikaran çêdike."

Her wiha destîşan ku ku Bruksel bi Rûsya, Tirkiyê û dewletên din re di nava têkiliyan de ye da ku "Desetwerdana derve di Lîbyayê de û şandina çekan ji aliyên bi nakok ên Lîbyayê re" bisekine.

Berpirsê YE‘yê destnîşan kir ku hejmara cûreyên şerê li cîhanê bi domdarî zêde dibe û anî ziman ku şubehek di navbera şerê li Sûriyê û yê Lîbyayê de heye û got: "Armanca me ya sereke ew e ku Lîbyayê di dojehê de wernebe mîna ku Sûriyê ev çend salin tê wer bûye.

Her wiha got, dosyaya Lîbyayê yek ji bendên ku dê di hevdîtina wezîrên derve ya Yekitiya Ewropayê ya roja înê de were lidarxistin be.

Berpirs destnîşan kir ku Yekitiya Ewropayê roleke çalak di "Porsesa Berlînê" de dilîze   û her teim bi NY‘yê re  di nava têkiliyan de ye ku "Sîwana xebata hevpar e". Her wiha çarçoveya siyaseta derve ya yekitiya rojane bi aliyên bi nakok ên lîbî re têkiyan çêdike da ku bighêjin lihevkirin.