​​​​​​​Lihevkirina M4, li ser hesabê gelê Sûriyê îstîsmarek siyasî û aborî ye

​​​​​​​Di encama lihevkirina Rûsya û Tirkiyê de rêya M4 a navdewletî vebû. Gelo ev lihevkirin, li gel reftariyên Rûsya û Tirkiyê yên li Sûriyê ji bo bidestxistina kaxizên bêtir da ku di pêşerojê de bikar bînin, dê bidome?

​​​​​​​Lihevkirina M4, li ser hesabê gelê Sûriyê îstîsmarek siyasî û aborî ye
29 gulan, 2020   00:52
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Di 23`yê Gulanê de Rûsya û Tirkiye gihaştin lihevkirineke siyasî û aborî. Di encamê de rêya navdewletî M-4 hate vekirin.

Li gorî îdiayên her duyan, ew ji vê lihevkirinê armanc dikin ku tevgerê li ser rêya di navbera navçeya Til Temirê li bakur rojavayê kantona Hesekê û navçeya Eyn Îsa li bakurê bajarê Reqayê hêsan bikin.

Di sibeha Duşemê 25`ê Gulanê de yekemîn rêwîtî li ser rêya M4 destpê kir. Ew rêwîtî ji tankên polîsên leşkerî yên Rûsya û hinek erebeyên şêniyên ku dixwazin vê rêyê bikar bînin, pêk hat.

Rêya M4 ji destpêka êrişa Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmeha par de qut bû. Çeteyên Tirkiyê yên qaşo bi navê Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê rê digirin hedef. Her wiha li ser vê rêyê çeteyan sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef qetil kirin.

VEDÎTINA ÇARESERIYEKÊ JI VÊ MIJARÊ RE, PEYAMEK DEWLETÊN DAGIRKER E

Muxalif û lêkolînerê siyasî yê Sûriyê Xiyas Naîse ji ANHA`yê re axivî û got: "Tirkiye û Rûsya piştî danûstandinên dem dirêj lihev kirin, di encamê de ev beşa rê hate vekirin. Helbet vekirina rê tevlibûna Amerîka tê xwestin.

Çareserkirina vê mijarê yanî vekirina rê, hebûna pîvana hêzan di navbera dewletên ku mudexeleya Sûriyê dikin de rave dike. Her wiha peyamek ne yekser ji wan dewletan e ku her çareseriyek di welatê me de, pêwîst dike ew dewlet lihev bikin."

JI BER ALOZIYA ABORÎ, RÛSYAYÊ ISRAR KIR KU RÊ VEBIBE

Têkildarî sedem û armancên wan aliyan ji vekirina rê Naîse got: "Ji ber aloziya aborî ya dijwar û keraseta jiyanî ya ku gihaştî asta birçîbûnê  Rûsya israr kir ku ev rê vebibe.  Dibe ku ji ber vê rewşê gel dest bi şoreşê bike. Ji bo Rûsya û rejîmê, pêwîste ev rê vebibe. Lê dîsa beşa rê ya di navbera Heleb û Lazîqiye ya stratejîk girtî ye. Ji ber derengxistina Tirkiyê û çeteyên wê, lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyê de ji bo vekirina vê beşê pêk nehat. "

ÇARENÛSA GELÊ SÛRIYÊ BI DESTÊ DEWLETÊN KU BAZARAN LI SER SERÊ WÎ DIKIN E

Naîsa got: "Çaranûsa gelê Sûriyê bi destê dewletên herêmî û navdewletî yên ku di navbera hev de li hev dikin. Beyî ku berjewendiya gelê Sûriyê di ber çavan re derbas bikin. Ji ber wê pêwîst e hêzên demokratîk û civakî yên Sûriyê  bibin yek û pêşeroja Sûriyê bide destê wan."

Ruxmî ku lihevkirin pêk hat, lê şênî ji ber binpêkirinên çeteyan ditirsin rê bikar bînin.

BIDESTXISTINA KAXIZÊN BÊTIR JI BO DANÛSTANDINÊN PÊŞEROJÊ

Li aliyek din hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Talal Mihemed got: “Ji ber ku Rûsya û Tirkiyê li ser berjewendiyan lihev kirin û ji bo ku kaxizên danûstandinên pirtir bi dest bixin, ev rê hate vekirin. Ger rewşa gelê Sûriyê xema Rûsyayê bû, wê hewl bida aloziya Sûriyê çareser bikira. Bi texmîna min gelek sînaryoyên girêdayî berjewendiyên Rûsya û Tirkiyê hene. Her aliyek dixwaze kaxizan bi dest bixe ji bo ku di pêşerojê de bikar bîne."

Mihemed destnîşan kir ku Rûsya bi rêya lihevkirina xwe bi Tirkiyê re hewl dide kaxizên xwe li Sûriyê zêde bike, hegemoniya rejîmê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê fireh bike. Mihemed got: “Her wiha hewl dide rêya sereke û stratejîk a di navbera sînorên Iraqê û berava Sûriyê de kontrol bike. Da ku barên ferzkirina cezayên Qeyser li ser rejîmê sivik bike. Li rex wê jî hewl dide hegemoniya xwe li ser hesabê herêmên ku Amerîka jê vekişîne, fireh bike.

Têkildarî armancên Tirkiyê ji vê lihevkirinê Mihemed wiha axivî: “Berjewendiyên Tirkiyê ji vê lihevkirinê hene. Ev berjewendî dê bandorê li lihevkirinên girêdayî Idlibê bike. Bi vê lihevkirinê Tirkiye dê barên komên çeteyan li Idlibê sivik bike. Tirkiye bi rêya wê dê demek zêde bidest bixe û piştgiriya komên terorîst bike piştî ku li Idlibê di nav pirgirêkek mezin de bû.” 

EV LIHEVKIRIN MÎNA LIHEVKIRINÊN DIN E, DÊ LI GORÎ BERJEWEDIYÊN WAN DEWLETAN BIDOME

Talal Mihemed got: "Ev lihevkirin mîna lihevkirinên din dê bi berdewamkirina berjewendiyên wan dewletan bidome. Ya herî baş lihevkirin li ser rêgirtina sûcên komên girêdayî Tirkiyê were çêkirin."

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Talal Mihemed di dawiyê de got: "A baş rê li pêşiya piştgiriya Tirkiyê ji komên terorîst li herêmên ku Tirkiyê kontrol dike, were girtin. Tenê piştî derketina tevahiya komên çekdar û artêşa Tirk a dagirker ji herêmên dagirkirî, wê ewlehî û çareseriyek siyasî peyda bibe."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/H-sxV8hT24M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>