Şerê Sûriyê jiyana koçeran jî tehdîd dike

Hejmarek mezin ji şêniyên beyara Sûriyê jiyana xwe ya xwezayî ya koçerî didomînin. Lê şerê navxweyî yê sûrî jiyana wan jî neyînî bandor kir.

Şerê Sûriyê jiyana koçeran jî tehdîd dike
Şerê Sûriyê jiyana koçeran jî tehdîd dike
Şerê Sûriyê jiyana koçeran jî tehdîd dike
Şerê Sûriyê jiyana koçeran jî tehdîd dike
Şerê Sûriyê jiyana koçeran jî tehdîd dike
Şerê Sûriyê jiyana koçeran jî tehdîd dike
Şerê Sûriyê jiyana koçeran jî tehdîd dike
29 gulan, 2020   00:02
MINBIC-SELWA EBDULREHMAN

Tevî guhertin û pêşketinên di şêwazê jiyana mirovahiyê de çêbûne, lê jiyana koçeran bi xwezayê ve girêdayî ye. 

Ew malbatên ku ji bo lêgerîna çêrgehan ji sewalan re yan jî hêştiran re ji herêmekê diçin herêmek din. Beyara Sûriyê bi taybet bajarê Palmîra (Tedmur) û gundewarê wê, cihê koçeran e.

Jiyana wan ne hêsan e. Nav û taybetmendiyên xwe ji beyarê û dijwarbûna şertên wê digirin. Tu astengî di navbera wan û xwezayê de nîn e. Ji qeydên bajarî û qerebalixa teknolojî azad dijîn. Li herêmên ku çêrgeh tê de peyda dibin dimînin û debara xwe bi xwedîkirina sewalan peyda dikin.

Elî El-Hisên El-Dahir(75) zewicî ye û bavê 4 kur û 5 keçan e. Xwedî 400 serî pez û 10 hêştiran bû. Lê niha tenê 50 serî pez li cem wî hene. Bi xwe ji beyara parêzgeha Hemayê ji êla Benî El-Hedîdî ya navdar e.

Niha tevî malbata xwe li gundê Resim El-Mistaha li başûr rojhilatê bajarê Minbicê dimîne. Xwedîkirina pez karê tekane ku dizane ye. Çendîn dem derbas bibe nikare dev ji vê pîşeyê berde.

El-Hisên dibêje ji biçûkahiya xwe ve bi bavê xwe re pez diçêrand. Ji wê demê ve ji bo lêgerîna çêrgehan  bar dikin.

Jinên koçeran jî pez didoşin û amadekariyên xwarinên zivistanê dikin û konan didirûn.

HILBERÎNÊN PEZ JÊDERA QUTA KOÇERAN E

Koçer bi berhemên pez ji şîr, mast, rohnê Ereban û firotina berx û  hêştiran xwarina xwe peyda dikin.

Rêjeyek ji koçeran di dema niha de tenê şîr difroşin û pêdiviya malbatê peyda dikin. Her wiha sûd ji hiriyê pez digirin. Bi biharê re pezan diqusînin û hêriya pez difroşin.

ALOZIYA SÛRIYÊ BANDOR LI JIYANA KOÇERAN KIR

Beriya destpêkirina aloziyê beyarên Sûriyê tijî koçer bûn. Şivan jî rêyên dirêj bê tirs qut dikirin. Lê piştî destpêkirina aloziyê û belavbûna komên çekdar tevgera koçeran sînordar û xeter bû.

Herêmên mîna Qelemûn, rojhilatê gundewarê Himsê, rojhilatê Marat El-Numan, rojhilatê gundewarê Hema û gundewarê Reqayê girîngtirîn herêmên ku koçer lê bicih dibûn. Lê şerên rûdane wan ji van herêman heta demên dirêj bidûr xistin.

El-Hisên destnîşan kir ku aloziya heyî bi awayekî neyînî bandor li jiyana wan kir.

El-Hisên got: "Berê em bi rehetî di navbera herêman de tev digerîn. Lê niha em neçarin di herêmên diyar de bi cih bibin. Ji ber ku ewlehî li beyarê ji ber tirsa komên ku diziyê dikin, tune ye."

Ji girîngtirîn windahiyên koçeran, ew e ku êdî nikarin koç bikin. Ew jî bandor li quta wan a sereke dike. Ji ber ku koçkirin, çêrgeh ji wan re peyda dikirin. Her wiha gelek koçer jî derketina derveyî Sûriyê û berê xwe dan dewletên derdorê mîna Urdinê. Li wir beyarên ku ji koçeran re guncew hene.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê El-Hisên li Minbicê bicih dibe. Heta niha neçûye tu herêmek din. Di nav gundên Minbicê de vediguhêze da ku çêrgehan ji pezê xwe re yê ku hejmara wê ji ber şertên jiyanê yên dijwar kêm bûne, peyda bike.

Ji ber aloziya Sûriyê jî gelek koçber dev ji xwedkirina sewalan û koçkirinê berdan.

BAJAR JIYANA KOÇERAN TEHDÎD DIKE

Jiyana di nav bajaran de, bandor li jiyana koçeran dike. Hejmarek mezin ji koçeran dev ji jiyana koçkirinê berdan, di nav bajaran de bi cih bûn û dest bi pîşeyên din kirin. El-Hisên di vî warî de got: "Jiyan bi pêşket. Jiyana koçeran hêdî hêdî winda dibe û vediguhere bajarî. Ji ber ku di nav bajaran de derfetên kar ji jiyana koçeran zêdetir peyda dibin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PMFLkgYae5M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>